ŞAM – Kurdên paytexeta Sûriyê Şamê, li taxa Zorava kom bûn û êrîşên TSK'ê yên li dijî Şengalê û Rojava şermezar kirin.
Li gorî nûçeya ANHA kurdên Şamê êrîşên TSK'ê yên li dijî Rojava û Şengalê şermezar kirin. Kurdên li paytexeta Sûriyê Şamê dijîn, bi armanca êrîşên balafirên TSK'ê yên li djî herêma Qereçox, Dirbasiyê, Şengal, Efrînê û herêmên din ên Bakurê Sûriyê pêk hatin, meşek li dar xistin. Meş li ber Qada Şehîdan hate destpêkirin û di kolanên taxê de dewam kir. Xwediyên dîkanan jî dîkanên xwe girtin û tevlî meşê bûn. Meşvanan alên rêxistinên kurdan, ala YPG û YPJ`ê rakirin û pankêrtên bi nivîsên “YPG`ê misogeriya azadiya gelên Rojava û Sûriyêye”,”Bêdengbûna navneteweyî derbarê êrîşên terorê yên Erdogan li ser Kurdistanê” vekirin. Meş li taxê veghurî mîtîngê. Paşê Endamê TEV-DEM`ê Mihemed Îbiş axivî û da zanîn ku piştî xewna Erdogan ya Osmanî li Sûriyê û Rojava têk çû, ev êrîş pêk anî û wiha got: “Êrîşa herî dawî bi piştgiriya PDK û serokê wê Barazanî pêk hat da ku projeya federalî ya Bakurê Sûriyê têk bibe. Di van kêliyan de şer li ser sînorê Efrîn û Dirbasiyê heye û şervanên me bersiva tund didin hêzên toranî û sînorê Rojava diparêzin.”
Mîtîng bi dûrişmeya silavkirina berxwedana YPG/YPJ û şermezarkirina terora Erdogan bi dawî bû.