ŞIRNEX - 2'yemîn rûniştina doza Parlementerê HDP'ê Ferhat Encu ku bi hinceta, "heqaret li peywirdarên dewletê kiriye" hatiye vekirin li Cizîrê hat dîtin û dadgerê dozê bi gotina, "Hûn ne ji doza min girtî ne" destûr neda ku Encu parastina xwe bike.
2'yemîn rûniştina doza derbarê Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Ferhat Encu ku bi hinceta, "heqaret li peywirdarên dewletê kiriye û wesayît bi ser wan de ajotiye" hatibû vekirin li 3'yemîn Dadgeha Cezayên Asliyê ya Cizîrê hat dîtin. Encu û parêzera wî Zeynep Çakmakçi bi rêya SEGBÎS'ê, Parlementerê Elihê Mehmet Alî Aslan, malbata Encu, rêveberên HDP û DBP’ê yên Cizîrê û parêzer Fîlîz Olmez li salona dozê amade bûn.
Di rûniştinê de destpêkê birayê Encu, Welî Encu ku weke şahidê bûuyerê hat guhdarkirin axivî. Bira Encu diyar kir ku tiştên di îdîanameyê de hatine nivîsîn nerast in û Ferhat Encu heqaret li tu kesê nekiriye û ew jî nebûye şahidê vê yekê.
Piştî îfadeya bira Encu, Ferhat Encu mafê axaftinê girt û wiha got: “Ev 6 meh e bi awayekî bê hiqûqî ez têm girtin. Em gelê xwe ji bo berxwedana wan a li hember zorbariyê pîroz dikin. Di vê dozê de mijar ne ew e ku me nasname nîşan dabe an jî nedabe. Min ji bo tiştên dihatin kirin got eşkiyatî, zordarî ye.”
Dema ku Encu axaftina xwe berdewam dikir dadgerê dozê mudaxaleyî axaftina Encu kir û xwest dawiyê li axaftina xwe bîne. Li ser îtîraza Encu û parêzerên wî dadgerê dozê got, "Hûn ne ji doza min girtîne" û destûr neda ku Encu axaftina xwe berdewam bike.
Li ser nêzîkatiya dozger parêzerên Encu bertek nîşan dan û wiha gotin: "Mafê parastinê nikare were astengkirin û di parastinê de sînorek yê dem tuneye." Li ser vê yekê jî dadger destûr neda Encu berdewam bike û doz taloqî 13'yê Tîrmehê kir.
ÇI BÛBÛ?
Di dema qedexeya 14'ê Kanûna 2016'an li Cizîr, Hezex û Silopiyê hatî îlankirin de Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Ferhat Encu bi wesayîta xwe ku ber bi Hezexê ve diçû di têketina Cizîrê de ji aliyê polîsan ve hatibû astengkirin. Ligel ku di qanûnan de hatiye nivîsîn, "Di wesayîta parlementeran de lêgerîn nayê kirin" jî polîsan xwestibû lêgerînê pêk bînin û Encu destûr nedabû vê yekê. Li ser nîqaşa di navbera Encu û polîsan de Dozgeriya Cizîrê bi hinceta, "heqaret li peywirdarên dewletê kiriye" doz vekiribû.