ŞIRNEX - Malbatên Robskiyê, di hefeteya 278'emîn a komkujiyê de, careke din xwestin ku kiryar bên darizandin. Berivan Encu ya li ser navê malbatan daxuyanî da, anî ziman ku heta ku daxwaza wan a ji bo edaletê bi cih neyê, ew ê bitêkoşin.
Li gundê Roboskiyê yê Qilebana Şirnexê, malbatên 34 sivîlên ku di 28'ê Kanûna 2011'an de ji aliyê balafirên şerî ve hatin qetilkirin, di hefteya 278'emîn a komkujiyê de jî hatin gel hev û careke din doza edaletê kirin. Malbatên ku li ser gorên xizmên xwe hatin gel hev, dua kirin û hêstir ji çavên jinan bariya. Piştî serdana goran, li ser navê malbatan Berivan Encu ya ku di komkujiyê de birayê wê Hamza Encu jî hat qetilkirin, axivî. Encu, anî ziman ku tenê ne li Roboskiyê hemû kesên piştevaniya wan dikin, doza edaletê dikin.
Encu wiha axivî: "Lê mixabin, îro li Tirkiyeyê rojnamger, xwendekarên zanîngehan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û aktivîstên aştiyê yên piştevaniya me dikin, rastî çewisandin û girtinan tên. Herî dawî aktivîstê aştiyê Yannis Vasilis ê li gundê me bi cih bû û di warê edaletê de piştevaniya me dikin hat girtin. Em vê girtinê qebûl nakin û protesto dikin."
Encu ya ku pirsî ji bo çi kiryarên komkujiyê nayên darizandin wiha got: "5 sal in em li vir in û li bend abersiva pirsgirêka xwe ne. Bi van çewisanin û sepandinên xwe hûn ê nikaribin ser Komkujiya Roboskiyê binixumînin, em vê mi têkoşîna xwe nîşan didin. Hûn ê nikaribin me û gelê me yê piştevaniya me dike bitepisînin. Heta ku edalet bê Roboskiyê dê têkoşîna me bidome."