STENBOL - Li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê, bi hinceta wekaleta muwekîlê wî li cem wî tune ye endamê OHP'ê Parêzer Suat Eren, ji eywana danişînê hat avêtin.
Endamê Platforma Huqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Parêzer Suat Eren, li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoya Stenbolê, ji aliyê serokê dadgehê Huseyin Ozturk ve ji eywana danişînê hat derxistin. Eren ê ku ji bo dosyeyeke edlî ket danişînê, ji ber wekaleta muwekîlê wî ne li cem wî bûye, di navbera wî û serokê dadgehê de gengeşiya usûlî derket. Serokê dadgehê, ji Parêzer Eren re got, ji ber wekalet li cem wî tune ye ew nikare parêziyê bike. Eren jî diyar kir ku di CMK'ê de ji bo cezayên giran sepandineke wisa tune ye û got, ew ê ji eywana danişînê dernekeve. Li ser vê serokê dadgehê der barê Erene de bi hinceta "Pergala danişînê xera dike" girtenae nivîsand. Paşê serokê dadgehê gazî polîsan kir û ferman da ku Eren ji eywana danişînê derxînin. Li ser fermanê di navbera Eren û polîsan d egengeşî derket. Eren ê ku li dijî danişînê bertek nîşan da, xwe avêt erdê nehişt polîs wî derxînin derve. Lê belê, polîsan bi çengurê Eren girt û wî ji eywana danişînê derxistin.
Eren wiha bûyerê vegot: "Dosyeyeke edlî ye. Dosyeya kuştinê ye. Wekaleta muwekîlekî hebû, lê ya yekî tune bû. Lê wekalet ne li cem min bû. Min bi xwe re neanî bû. Min xwest parêziyê bikim. Serokê dadgehê got 'Tu nikarî biaxivî.' Nîqaşa usûlî dest pê kir. Ji min re got 'ji xwe tu nikarî parêziyê bikî.' Ji min re got 'Heke tu bi vî awayî bidomînî, ji ber tarûmarkirina pergala rûniştinê ez ê te derxînim.' Min îtiraz kir. Girtename nivîsand. Gazî polîsan kir. Polîs hatin, ez derneketim. Min kişandin, min jî xwe avêt erdê. Paşê rakirin min û ez derxistim."
Eren wiha got: “Di Qanûna Dadgeha Cezayî de mudahîlî diyar e, dem diyar e. Bi awayekî derusûlî û kêfî mafê parêziyê hat binpêkirin. Min derb kirin û derxistin derve."
Eren, anî ziman ku ew ê giliyê polîsan û serokê dadgehê bike.