Li Hezexê kesek hat girtin

ŞIRNEX - Li Hezexê welatiyê bi navê Samo Helane yê suryanî bi hinceta "endamê rêxistinê ye" hat girtin.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê welatiyê bi navê Samo Helane yê ku di 23'yê Nîsanê de hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li Muduriyeta Polîsan a Hezexê, sewqî dozgeriyê hat kirin. Dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê Helane sewqî dadgehê kir. Dadgeha Cezayê Sulhê ya Hezexê bi hinceta "endamê rêxistinê ye" der barê Helane de biryara girtinê da.

Helane şandin Girtîgeha Tîpa M a Midyadê.