HDP: Encamên YSK'ê qusûr û hileyan ji holê ranake

ENQERE - YSK'ê, li gel hemû nîqaşan jî encamên mîsoger ên referandûmê daxuyandin. HDP a ku der barê referandûmê de îtirazên xw eanîn ziman, diyar kir ku dê biryara YSK'ê "qusûran ji holê raneke" û got, di rewşeke wisa de tu rewabûna encaman tune ye.

YSK'ê, li gel hemû nîqaşan jî encamên mîsoger ên referandûmê daxuyandin. Di daxuyaniya YSK'ê de careke din diyar bû ku îtirazên muxalefetê esas nehatine girtin.

Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Nadir Yildirim, li dijî encamên mîsoger ên YSK'ê bi awayekî tund bertek nîşan da. Yildirim wiha axivî: "Ji bo me rewabûna vê biryarê jî tune ye. Heke ev rewş bibe rewşeke qanûnî jî, ne ji bo civakê û ne jî ji bo me tu rewabûna wê tune ye. Dibe ku YSK vana wek encamên fermî îlan kiribin, dibe ku li gor qanûnan li hev anî bin, lê ev qusûr û hîleyên hilbijartinê ji holê ranakin. Dê di warê gel de tim xeyrî rewabûna vê bê nîqaşkirin. Tenê em tiştekî nas dikin, ew jî ew e ku piraniya gel vîna 'Na'yê daye der. Ev vîn ji bo me bakî ye û tu biryara nikare ser vê binixumîne."

Nadir Yildirim, balê kişand ser gotinên Devlet Bahçeli yên "em rewşa fiîlî fermî dikin" û wiha got: "Ji bo me rewşa fiîlî didome, tu tiştekî ku qanûnî bûbe tune ye. Ev rewşa fiîlî jî derhuqûqî ye."