WAN - Li Gundê Dolucu yê navçeya Erdîşa Wanê cerdevanên ku derketin operasyonê ketin şer. Di şer de cerdevanek hat kuştin, 3 cerdevan birîndar bûn.
Li Gundê Doluca yê navçeya Erdîşa Wanê operasyon pêk hat. Cerdevanên ku tev li operasyona leşkerî bûn ketin şer. Di şer de cerdevanek hat kuştin, 3 cerdevan jî birîndar bûn. Cerdevanen birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê yên Erdîşê û Wanê.