Hosteyê tejan: Em temenê ta dirêj dikin

RIHA- Li Rihayê tenê 3 hosteyên tejikan mane. Yek ji hosteyan tejan Osman Çeliktaş, têkildarî karê xwe diyar kir ku li şûna tayê nû, tayê kevn bikar tînin û ji tayê kevin berikên nû çêdikin û temenê ta dirêj dikin.

Yek ji pîşeya ku li hemberî demê li ber xwe dide, hostetiya tejikan, bi awayekî dîtir hostetiya merşan e. Osman Çeliktaşê 44 salî li atolyeya xwe ya li Kolana Konduyê ya navçeya navendî Eyyubiyeya Rihayê ye tejikan çêdike. Çeliktaş, bi ben ango tayê qazax, sako û kincên kevin ên hatine verişandin dike gilok û tevna tejikan çêdike. Çeliktaş, li ser kar û barê xwe axivî û wiha got: "Em ji dêvla benikên nû, benikên kevn bi kar tînin. Bi vî awayî hem ji bo kirîgeran ne bimesref e, hem jî em bi benikên ku tên avêtin berên nû hildiberînin û temenê benikan dirêj dikin."

‘BERÊ PÎŞEYEKE GUZÎDE BÛ'

Çeliktaş, anî ziman ku li gor berê qîmeta pîşeya wan nemaye, niha li ber tunebûyînê ye û wiha got: "Ji 12 saliya xwe heta niha vî karî dikim. Her çi qas wek bere pere jê neyên jî, ji bo debarê îdare dike. Berê kirîgeran sîparîş didan û bi hefteyan, bi mehan li benda sîparîşên xwe diman. Lê belê niha hema bêje daxwaz nemaye. Dema kalê min nû dest bi vî akrî kiriye, eba çêdikirin. Paşê dest bi çêkirina tejikan kiriye. Ji ber berê pîşeyeke guzîd ebû, kalê min hînî apê min apê min jî hînî min kir."

‘TENÊ 3 HOSTE MANE'

Çeliktaş, diyar kir ku li Rihayê tevî wî û birayê wî 3 hosteyên tejikan mane û wiha got: "Ji bilî min û birayê min, hosteyekî extiyar jî vî karî dike. Ji ber zarokên min biçûk in, wan nayînim cem xwe. Lê belê, birayê min vî karî hînî zarokên xwe dike. Ji bo vê pîşeya kalê me winda nebe, ez ê jî hînî zarokên xwe bikim."

Çeliktaş, anî ziman ku ew benikên tevnê ji Dîlokê û benikên tejikan jî ji kincên trîko yên ku kirîger tînin çêdike û got, dirêjahiya tejikan bi piranî 3 an jî 3 metre û nîv in, li gor daxwaza kirîger ew kîloya benik bi 10 lîreyî çêdike. Çeliktaş, bi bîr xist karê ku ew dikin bi temamî bi keda destan e û wiha domand: "Rojê herî zêde em 2 heban çêdikin. Serê tejikê em 10-15 lîreyan qezenc dikin." Çeliktaş, balê kişand ser cudahiya di navbera xaliyên hazir û tejikên bi destan tên çêkirin û wiha axivî: "Tejikên em çêdikin heta 40 salan jî tên bikaranîn. Lê yên hazir di 3-5 salan de diherifin. Ciwan bêtir berê xwe didin xaliyên hazir."