ENQERE - Akademisyen û kedkar Mustafa Kemal Coşkun, diyar kir ku di mijarên wek "rakirina tazmînata kidemê" de polîtîkayên rast bên meşandin dê karkerên ji AKP'ê re gotin 'Erê' jî di 1'ê Gulanê de di eniya muxalifan de bibin yek.
Doç. Dor. Mustafa Kemal Coşkun ê ji Beşa Civaknasiyê ya Fakulteya Ziman, Dîrok, Erdînagiyê ya Zanîngeha Enqereyê hat îxrackirin û bi salan di warê ked-çînê de xebitiye, referandûm û 1'ê Gulanê nirxandin.
Coşkun, diyar kir ku AK Partî di referandûmê de bi awayekî zêde dengên derdora çîna navîn a îslamî winda kirine û got, ev ji ber sedemên aborî ye. Coşkun wiha axivî: "Êdî para ku AKP belav dike, çîna navîn xwedî nake. A rast her ku diçe êdî nikare parê belav bike. Madem fikrên civakekê fikrên civaka serdest e, nexwe ev fikir çawa li civakê belav dibin? Ji jor ber bi jêrê ve, yanî ji çînên navîn, mînak ji karsazekî biçûk, ji esnafekî ber bi çîna karkeran ve belav dibe. Heke çîna navîn dev ji AKP'ê berde, dê li hemberî wê tewrekî muxalif bide der. Lê ev jixweber çênabe. Mesela 1'ê Gulanê ji bo vê girîng e. Ji bo em çîna karkeran a gotiye 'Erê' ber bi xwe ve bikşînin, divê em polîtîkayên nû hilberînin."
‘KRÎZ KÛR DIBE'
Coşkun, diyar kir ku karker li gor berjewendiyên xwe yên aborî û çînî tevdigerin û wiha axivî: "Ji bo vê derdoreke gelek mezin deng dan. Lê belê, alîkariya aborî filan û bêvan dê mirovan têr neke. Li sanayiyên organîzeyî gelek kargeh tên girtin. Biçin hin AVM'yan hûn ê bibînin ku hin fîrma girtine. Gelek şîrketên biyanî mexazeyên xwe girtin. Ev jî nîşan dide ku krîz kûr bûye."
‘DIVÊ JI KARKERAN RE TAZMÎNATA KIDEMÎ BAŞ BÊ VEGOTIN'
Coşkun, dest nîşan kir ku divê di 1'ê Gulanê de ji karkeran re bi taybetî girîngiya rakirina tazmînata kidemî baş bê vegotin û wiha domand: "Ev ji bo karkeran rewşeke zaf girîng e. Tê wateya jiholêrakirina ewlehiya kar, yanî avêtina ji kar pir hêsan dike. Dema hûn bibêjin bila êdî kardêr nede, dewlet bide ev rewş ji bo kardêr berpirsiyariyekê nade der. Tê wateya ku kardêr kengî bixwaze dê karker ji kar bavêje. Ji ber vê divê ev baş bê vegotin. Di heman demê de bi anîna pergala performansê re dixwazin ewlehiya kar a xebatkarên cemaweriyê jî ji holê rabikin. Bi ya min noqteya esas a 1'ê Gulanê divê ne di çarçoveya ku di referandûmê de erê derket na derket, deng hatin dizîn filan ûbêvan be. Yanî divê tazmînata kidemê û ewlehiya kar a xebatakarên cemaweriyê be. Divê ev ji mirovan re bê vegotin."
Coşkun, diyar kir ku ji bo rêxistinbûyîna karkeran peywireke mezin dikeve ser milê sendîkayan û wiha got: "Ancax bi vî awayî refleksa civakiyî xwe bigihîne kuçeyan."