COLEMÊRG - Welatiyên gundên Colemêrgê, li dijî qedexeyên zozanan bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku xaka wan veguheriye girtîgehê û ji ber qedexeyan nikarin biçin zozanan.
Li Colemêrgê gundiyên ku debara xwe bi sewalvaniyê dikin, niha ji ber qedexeya ku li gelek gund, zozan û mezrikan hatiye îlankirin perişan bûne. Welatiyê bi navê Huseyin Akdogan ê li gundê Pizalayê dijî, diyar kir ku 30 ferdên malbata wî hene, lê yek ji wan jî xweşikî naxebite. Akdogan, anî ziman ku tenê ew debara xwe bi sewalvaniyê dikin, li ji ber qedexeyên ku ev çend sal in tên îlankirin êdî xweşikî nikarin vî karî jî bikin.
Aydogan, da zanîn ku bi hatina biharê re heywanên ku diviya li zozanan biçêrin, niha ew wan li ser gir û hevrazên li dora gund diçêrînin û wiha axivî: "Gundî hem nikarin biçin zozanan, hem jî ji ber îlankirina qedexeyan em nikarin biçin zozanan ji bo zivistanê giha jî biçinînin. Li vir nêzî 6-7 hezar heywan hene. Bila bihêlin ku em biçin gundê xwe û zozanên xwe. Li vir bi çar pênc mêwên tirî û 10-15 kewarên mêşan em nikarin debara xwe bikin. Em tenê bi sewalvaniyê dizanin û vî karî dikin. Ji bo îdameya jiyana me divê dawî li qedexeyan bê û çareyek ji vê re bê dîtin."
‘HER KU EM JI GUND DERTÊN LI SER SERÊ ME BAVGÎNÊN BÊMIROV DIGERIN'
Gundiyê bi navê Ubeyit Yigit jî diyar kir ku li herêmên ku qedexe lê hatine îlankirin Navgînên Bêmirov digerin û wiha got: "Li vir em tenê dikarin sewalvaniyê bikin. Zozanên me hatine qedexekirin. Em nikarin ji malên xwe derkevin. Em dixwazin dawî li qedexeyên ku li zozanên me hatine îlankirin bê. Em jî dixwazin wek her kesî bi awayekî azad bijîn û biçin zozanên xwe. Her ku em ji gund derdikevin, li ser serê me navgînên bêmirov digerin. Wisa biçe di rojên pêş de ji neçarî em ê heywanên xwe li derve bihêlin."
Jina bi navê Sitê Akdogan jî di biharê de ew ji bo zivistanê gihayan berhev dikin, lê belê ji ber qedexeyan ew nikarin ji gund derkevin û wiha got: "Biharê ji bo em gihayan berhev bikin em ji gund dertên. Lê belê ji ber qedexeyan em nikarin derkevin. Ji bo zivistanê em debara xwe bikin, divê em niha pincaran berhev bikin. Gihayên ku em ji bo çile berhev dikin hişk dibin. Heywanên me hene. Ji bi em penêr û mast ji wan bigirin pêdiviya me bi giha heye. Em bi vana debara xwe dikin. Lê belê, ji ber qedexeyan em di girtîgeheke nîvvekirî de dijîn."
Gundiyê bi navê Salih Yigit jî, diyar kir ku berê jiyana wan a li gund xweş bû û wiha axivî: "Berê li gund jiyaneke zaf xweş hebû. Bi rihetî em li gund, zozan û çêreyan digeriyan. Bi rihetî me debara xwe bi sewalvaniyê dikir. Niha tu zewqeke jiyanê tune ye. Riyên me digirin. Ji be rqedexeyan em nikarin derkevin derve. Em nikarin heywanan xwedî bikin. Lê li gel vana hemûyan jî, dîsa em hewl didin debara xwe bikin."