Çalakger Yildirim: Di 1'ê Gulanê de li qadan bin

ENQERE - Cemal Yildirim ê ku bi KHK'ê hat îxrackirin û 47 roj in çalakiya rûniştinê li dar dixe, bang li hemû karkeran kir ku bi hevre di 1'ê Gulanê de dakevin qadan û bi hevre bi ser bikevin.


Kedkarê cemaweriyê Cemal Yildirim ê ku bi Biryaranameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji karê xwe yê 18 salan ê Gerînendetiya Hesabgêriyê ya Defterdariya Wezareta Darayî hat îxrackirin, li semta Ûlûsê ya Enqereyê 47 roj in çalakiya rûniştinê li dar dixe. Yildirim, anî ziman ku biheycan ew li benda 1'ê Gulanê ye û got, ew ê di 1'ê Gulanê de li qadan be.

Yildirim, anî ziman ku bi îxrackirina muxalifan dê hikûmet negihêje aramnca xwe û wiha got: "Li dijî îkîtdara ku tu qanûnê, huqûq nasnake û nirxên mafê mirovan nizane, çalakiyên me serîrakirinek e. Dema ez hatim fir min feyz ji hevalên xwe wergirt û min çalakiya xwe domand. Dubare têkiliya min bi hevalên min ên li kar re çêbû. Dixwestin me wek terorîstan nîşan bidin, lê bi berxwedanê min wê bîrbiriya ku AKP dixwaze bi afirîne şikand."

'JI BO ÇALAKIYÊ BERNAME DIVÊ'

Yildirim, dest nîşan kir ku dê li dijî derdorên muxalif êrîş bidomin û li dijî cê çare tenê berxwedan e. Yildirim ê bang li sendîkayan kir wiha axivî: "Wek kedkarên cemaweriyê komcivîn li dar xist. Bernameyeke çalakiyê, wisa bawer dikim dê pêşveçûyînekê peyd ebike. Berkesê wê dê ev pêldariya êrîşan, di serî de me û bi giştî jî hemû civakê bin pê bike."

‘XWEBAWERIYA MIN ZÊDE BÛ'

Yildirim, ragihand ku ji roja ku wî dest bi çalakiya rûniştinê kiriye heta niha xwebariya wî zêd ebûye. Yildirim, bi bîr xist ku pirsgirêkên derûnî li kesên hatine îxrackirin peyd ebûne û wiha domand: "Kesên dest bi çalakiyê dikin, xwebaweriya wan çêdibe. Xwe baş hîs dike. Em hêza xwe ya li berxwedayînê dibînin. Bi vê re, bi daketina kuçeyê re min moral da mirovan. Wisa bawer dikim moralê hin hevalên din jî zêde kiriye û li gel wan daketina kuçeyan peyde kiriye. Daketina kuçeyan pêşniyarî hemû hevalên xwe yên hatine îxrackirin dikim. Her ku em dakevin kuçeyan, em ê ji bo bidestxistina mafên hemû civakê erkeke erênî bidin der."

'DI 1'Ê GULANÊ DE LI QADAN BIN'

Yildirim, îşaret bi 1'ê Gulanê jî kir û wiha bang kir: "Yıldırım, yaklaşan 1 Mayıs'a işaret ederek, şu çağrıyı yaptı: "Ji bo em daxwazên xwe biqîrin divê em qadan tije bikin. Heke em 1'ê Gulanê baş birêxistin bikin û bi dengekî bilind dakevin kuçeyan, em li hemberî êrîşan jî ewqasî rawestin. Ji bo piştevanî û bihevrebûnê divê di 1'ê Gulanê de em qadan tije bikin. Ancax bi vî awayî em dikarin bi ser bikevin."