'Bi daxwazên referandûmê dakevin qadên 1'ê Gulanê'

ENQERE - Nûnerên rêxistinên ked û pîşeyan, xwestin hemû karker û kedkar bi daxwazên di referandumê de qêriyan dakevin qadên 1'ê Gulanê û qadan tije bikin.

Serokê Lijneya Rêveberiya Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) Emin Koramaz, Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Lami Ozgen û Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Kani Beko, bi munasebeta 1'ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê bi dirûşmeya "Hîn 'Na' neqediyaye" bang li hemû karker û kedkaran kirin da dakevin qadan.

‘DIXWAZIN DESTKEFTIYÊN KEDKARAN JI HOLÊ RABIKIN'

Hevserokê KESK'ê Lami Ozgen, dest nîşan kir ku hikûmet dixwaze li qada kedê hin destkeftiyan ji holê rabike û wiha axivî: "Di serî de ewlehiya kar a xebatkarên cemaweriyê; mafê rêxistinbûyînê, bazariya giştî, mafê peymana giştî, bi OHAL û KHK'yan mafê xwepêşandanên giştî hatine qedexekirin. Di heman demê de hikûmet bi van polîtîkayên xwe yên paralelî guherandina rejîmê, dixwaze têkoşîna kedkaran a ku ji bo daxwazên xwe dikin ji holê rabike."

‘DAXWAZA KEDKARAN A REFERANDÛMÊ, DAXWAZA WAN A 1'Ê GULANÊ YE'

Ozgen, ragihand ku di referandûmê de nêviyê welatiyên Tirkiyeyê li hemberî vê rewşa heyî arwestiyane û got, hîn jî daxwaza "Na"yê ya nêviyê welatiyên Tirkiyeyê li holê ye. Ozgen wiha domand: "Çimkî gotina 'Na' tenê ne ji bo pêşnûmaya qanûna bingehîn, ji bo otorîteya yekparêz e jî. 'Na, li hemberî xespkirina daxwazên kedê 'Na' bû. Ji bo hemû derdorên ku vê sekna xwe îfade dikin, 1'ê Gulanê zaf girîng e. Daxwazên hemû kedkar û karkerên ên di referandûmê de, di heman demê de daxwaza wan a 1'ê Gulanê ye jî. Ji ber vê yekê, divê van daxwazên xwe di 1'ê Gulanê de bikin yek, li her derê Tirkiyeyê dakevin qadan û van daxwazên xwe yên ji bo kedê, aştî û demokrasiyê îfade bikin."

‘DÊ MILYON JI BO DEMOKRASIYÊ LI QADAN BIN'

Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kani Beko jî balê kişand ser girîngiya 1'ê Gulana îsal û wiha got: "Ji bo em di 1'ê Gulanê de pirsgirêkên welat biqîrin, di serî de li Bakirkoyê em ê li hemû Tirkiyeyê dakevin qadan." Beko wiha domand: "Vê bibêjim, me dev ji Taksîmê bernedaye. Yanî heta ku ew kujerên kirêkirî neyên dîtin dê sewdaya me ya ji bo Taksîmê bidome. Ji bo hemû kedkarên li çar aliyên cîhanê, ji bo hemû bindestan û kesên tune tên hesibandin, em ê bi hêza yekîtî û piştevaniya 1'ê Gulanê mil bidin milên hev û dakevin qadan. Dê li Tirkiyeyê di 1'ê Gulanê de bi milyonan kes ji bo demokrasiyê, ji bo aştiyê, ji bo mafê kedê li qadan bê cem hev."

‘NA, HÎN EV KAR NEQEDIYAYE'

Beko, di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ji bo em bêjin hîn 'Na' neqediyaye divê em qadan tije bikin û wiha axivî: "Li dijî xespa tazmînata kidemê, li dijî koletiya taşeronî û karkeriya bikirê û li dijî rakirina ewlehiya karî em ê li qadan bin. Ji bo em ji cinayetên karî re bêjin na, ji bo talankirin û wêrankirina bajaran, ji bo em ji cinayetên jinan re bêjin 'Na', em ê li qadan bin."

‘LI DIJÎ KOLETIYA KU TÊ FERZKIRIN EM Ê LI QADAN BIN'

Serokê Lijneya Rêveberiya TMMOB'ê Emin Koramaz jî anî ziman ku ew ê li her çar aliyê Tirkiyeyê bi coşeke mezin 1'ê Gulanê pîroz bikin û got, ew li dijî xespkirina tazmînata kidemî, karkeriya taşeronî, karkeriya bikirê û li dijî ferzkirina şert û mercên koletiya sedsala 20'emîn ew ê bibêjin 'Na' û li qadan bin. Koramaz ê ku got "Wek mijareke girîng jî ew ê aştiyê biqîrin" wiha domand: "Bi taybetî gelê me di encama referandûmê de tiştek diyar kir. Neqebûlkirina ferzkirina nêvenga çewisandinê. Wisa difikirim ku dê beşdariya 1'ê Gulana îsal ji hemû 1'ê Gulanên din bêtir be. Em ê bi dirûşmeya 'Hîn Na neqediyaye' dakevin qadan. Û em hemû gelê xw ebi vê dirûşmeyê vedixwînin qadan. Dê TMMOB tevî 515 hezar endamên xwe li qadan be."