WAN - Waniyan ku bertek nîşanî êrîşa hewayî ya TSK'ê ya li dijî Rojava û Şengalê pêk anîn dan helwesta rêveberiya Barzanî şermezar kirin û anîn ziman ku ev li dijî yekîtiya kurdan darbe ye.
Di 25'ê Nîsanê de balafirên şer ên TSK'ê li dijî Rojava û Şengalê êrîş pêk anîn. Di êrîşê de 20 YPG'î jiyana xwe ji dest dabûn. Bertekên li dijî van êrîşan zêde dibin. Welatiyên wanî, anîn ziman ku ev êrîş nayên qebûlkirin û li dijî van êrîşan banga yekîtiyê kirin. Mahmut Orhan ê 45 salî, sekna PDK'ê ya li hemberî êrîşan rexne kir û wiha got: "Ev êrîş li dijî her çar perçeyên Kurdistanê hatiye kirin. Kurdê kuderê dibe bila bibe, ev êrîş li me hatiye kirin. Em vê êrîşê lanet dikin. Êrîşî goristanan jî dikin. Heke mirovek êrîşî goristanan bike, nexwe tu wijdan pê re nemaye. Ji mirinê wirdetir tiştek tune ye. Mirov miriyên xwe dixin goristanan. Liw ir jî wan rihet nahêlin."
Tecir Aslan (18) jî diyar kir ku, ev êrîş nayê qebûlkirin û wiha got: "Divê gelê Wanê ji bo vê rabe ser piyan. Li her derî êrîşî kurdan dikin. Em bi mirovên ku li jêrzemînan hatin şewitandin dizanin. Ev feraset heman feraset e. Li Wanê jî qetliam çêdibin. Divê em ji vê re bêjin êdî bes e. Me têra xwe bedêl dan. Divê gelê Wanê netirse, li hemberî çewisandinan serî netewîne. Êdî dem dema serîrakirinê ye." Aslan, dest nîşan kir ku bi sedan sal in gelê kurd tê qetilkirin û got, sedema vê jî ji ber ku kurd ne yek in û banga yekîtiyê kir. Suleyman Acar (56) jî êrîş şermezar kir û wiha got: "Ev tişt nayê qebûlkirin. Ev nayê qebûlkirin. Êdî bes e, li kuderê kurdek hebe êrîşî wan dikin." Acar, balê kişand ser sekna rêveberiya Barzanî jî û wiha got: "Heke niha li wir PKK tune bûna, dê Tirkiye bi pêşmergeyan re şer bikirana."