Karmendên ji kar hatin îxrackirin ji 1’ê Gulanê re amade ne

AMED – Karmendên ku piştî bi KHK’yan hatin îxrackirin û amadekariyên 1’ê Gulanê dikin, diyar kirin ku ew dê li dijî pêkanînên derhuqûqî li qada 1’ê Gulanê dengê xwe bilind bikin.

Îsal roja 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran di bin siya OHAL’ê de tê pîrozkirin. Li gel vê yekê jî bênavber amadekariyên 1’ê Gulanê didomin. Karmendên di dîrokên cuda de ku bi Biryarên di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji peywîrê hatin îxrackirin, li dijî pêkanînên derhuqûqî kargehên cuda vekirin û têkoşîna xwe ya kedê li van kargehan berdewam dikin. Karmendên ji kar hatin îxrackirin, li kargehan xwe amadekariyên 1’ê Gulanê dikin. Pisporê Xizmeta Civakî Umît Çetîner ê ku bi KHK’ê hat îxrackirin û niha li gel hevalê xwe kafeyek vekiriye, diyar kir ku li dijî karmendan pêvajoyeke derhuqûqî dane destpêkirin û wiha got: “Bi taybetî li dijî karmendên kurd, planeke tasfiyeyê pêk anîn. Dixwazin bi van îxracan têkoşîna ked û demokrasiyê ya karmendên kurd pasîfîze bikin.”

‘TÊKOŞÎNA ME YA KEDÊ DIDOM E’

Çetîner dest nîşan kir ku, her çi qas ew ji karê xwe hatibe îxrackirin, lê dîsa jî li gel saziyên civakî û li kargeha xwe têkoşîna kedê dide meşandin û wiha domand: “Pergalê niha hemû qad qedexe kirine. Ji bo me kedkaran jî cihê ku em dikarin dengê xwe lê bilind bikin qadên 1’ê Gulanê ne. Em ê li dijî hemû neheqiyan bi dengekî êl û am bilind bikin. Li gel hemû hîleyan dengê ‘Na’ yê ku derket holê, em ê bibin hemû qadan. Divê em karker û kedkar jî bi dengê xwe yê ‘Na’yê li qadan bin. Divê em hemû kedkar bibin yek û bi ruhê berxwedanê li qadan bin. Ez bang li hemû kedkarên hatine îxrackirin dikim ku beşdarî cejna karkeran bibin.”

‘EM BI AWAYEKÎ XURT 1’Ê GULANÊ PÎROZ BIKIN’

Hevseroka Şaxa SES’ê ya Amedê ya berê Selma Atabey jî piştî hat îxrackirin kargehek mezeyan ji xwe re vekir û niha esnaftiyê dike. Atabey jî li ser dezgeha xwe ya kar, niha jî wek karkerekê li dijî neheqiyê têdikoşe. Atabet wiha axivî: “Em di bin siya KHK’yan û OHAL’ê de ber bi 1’ê Gulanê ve diçin. Divê em bi awayekî herî xurt biherikin qada 1’ê Gulanê û li dijî zilmê qîr bikin. Me 8’ê Adarê û Newrozê di bin siya çekan û bi astengiyan pîroz kir. Ji ber vê, em ê 1’ê Gulanê jî bi heman coş û kelecanê pîroz bikin. Çi dibe bila bibe divê karker, karmend, gundî û jin biherikin qadan û bersiva herî xurt a bloka ‘Na’ yê ava bikin û 1’ê Gulanê pîroz bikin." Atabey herî dawî bang li hemû kesên hatine îxrackirin û jinên karker û karmend kir ku ji bo azadî û demokrasiyê bi beşdariyek herî mezin tevlî mitîngê bibin.

JI KAR HAT AVÊTIN LÊ DÊ LI 1’Ê GULANÊ BE

Eylem Tepe Ulgen a ku ji Navenda Jinê ya Ekîn Ceren a girêdayî Şaredariya Peyasê ji aliyê qeyûm ve ji kar hat derxistin jî anî ziman ku, pêwîst e hemû kesên ji kar hatine avêtin bi moraleke geş û baweriyek xurt li qada 1’ê Gulanê xwedî li keda xwe derbikevin. Ulgen da zanîn ku, welêt di qeyranên siyasî, aborî û civakî de derbas dibe û wiha berdewam kir: “Wisa bûye ku mirov nikare di nav civakê de mirovek bi bextewarî bibine û ev yek ne mimkûn e. Em di pêvajoyeke pir xedar û nebaş de derbas dibin. Ji ber vî awayî jî divê mirov bên ba hev, xwe bi rêxistin bikin û dengê yekîtiyê bilind bikin. Ev yek pir girîng e û bi wate ye. Divê hemû jin û beşên civakê li qada 1’ê Gulanê li dijî hemû pêkanînan ji bo aştî, demokrasî, wekhevî û azadiyê dengê xwe bikind bikin.”

LI SER DEZGEHÊ XWE JI 1’Ê GULANÊ RE AMADE YE

Mamoste Mehtap Yoruk jî bi KHK’ê ji kar hat îxrackirin û niha jî ji bo debara xwe li ser dezgeyekê bi firotina birincê dike. Yoruk li ser dezgeha xwe amadekariya 1’ê Gulanê dike. Yoruk bi lêv kir ku, di serdemeke ku keda karker û karmendan tê xwarin de derbas dibin û got, lê li gel vê yekê dîsa jî ew ê dev ji têkoşîna kedê bernadin. Yoruk diyar kir ku, wê gotinên wan li dijî kedxwariyê bi dawî nebin û wiha got: “Bila viya ji bîr nekin ku em ê li dijî neheqiyê her tim li ser piya bin û bêdeng nemînin. Ez bang li hemû karker û kedkaran dikim ku li dijî kedxwariyê serî netewînin. Ji ber vê jî qadek me ya berxwedanê jî 1’ê Gulanê ye. Ez bang li hemû kesên ku keda wan tê xwarin û kesên alîgirên karker û kedê ne dikim ku biherikin qada 1’ê Gulanê.”