NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Salîh Cuma Pîr, di qunciknivîsa xwe ya vê hefteyê de cih da êrîşa Tirkiye ya li dijî Şengal û Rojava û anî zimanku Tirkiye bi vê êrîşê carek din dijminantiya xwe ya li hemberî gelê kurd aşkere kiriye. Pîr anî ziman ku xuya dike tiliya PDK'ê jî di nava vê êrîşê de heye.
Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Salih Cuma Pîr, di nivîsa xwe ya rojnameyê de bal kişand ser êrîşên Tirkiye ya li dijî Şengal û Rojava û sedem û encamên wê. Pîr di nivîsa xwe de wiha got:
Dewleta tirk bi êrîşa xwe ya li ser Rojava û Şengalê careke din dijminahiya xwe ya li hemberî kurdan nîşan da. Wekî hemû êrîşkaran ji xwe re hincetek peyda kiriye. Xwedêgiravî dê nehêlin Şengal bibe Qendîla duyemîn! Hinceta wan a ji bo Rojava jî jixwe melûm e ku dibêjin dê destûrê nedin kurdan ku korîdoreke kurdan ava bikin. Jixwe bi gotina; “şaşiya ku me li bakurê Iraqê kir, em ê dubare nekin”, hedefa xwe ya esasî jî danîne holê.
Li gel ku rastî wekî rojê li holê ye jî PDK rabûye êrîşa li dijî Şengalê bi hebûna PKK’ê ya li wir îzah dike, hema piştî êrîşê jî PKK’ê sûcdar dike. Ev helwest û daxwaza derxistina gerîlayan a ji Şengalê di esasê xwe de tê wateya PDK êrîşên dewleta tirk meşrû dibîne û dipejirîne. Ji ber ku rewş ev e, divê mirov ji PDK’ê bipirse; gelo ji bo ku hûn daxuyaniyên bi vî rengî bidin we TC vexwend Şengalê. Bi taybetî di vê sala dawîn de PDK’ê rabû propagandaya heke PKK ji Şengalê dernekeve dê dewleta tirk were û bi balafiran li Şengalê bixe, kir. Bi vî awayî xwest pêşî li vegera êzidiyan a ji bo Şengalê bigire û heta êzidiyên piştî Fermana 73’yemîn vegeriyan jî bide revandin. Taliya talî tiştên ku PDK’ê gotin ji aliyê dewleta tirk ve hatin pêkanîn. Ev rewş jî nîşan dide ku tiliya PDK’ê jî di nav vê êrîşê de heye.
PDK li şûna ku rabe û bertekan nîşanî van êrîşan bide, li şûna ku rabe bertekan nîşanî dewleta tirk bide, radibe PKK’ê sûcdar dike. Ev yek nayê qebûlkirin. Tu rabe PKK’a ku êzidî ji fermanê xelas kirin, sûcdar bike lê êrîşkaran jî meşrû bibîne! Kesên êrîşî kurdan kirine heta niha ji xwe re hincet peyda kirine. Helbet dema êrîş dikin yek ji wan jî nabêje ku ez dijminê kurdan im û ji ber vê yekê êrîş dikim. Dewleta tirk bi êrîşa Şengalê re hemwext êrîşî Rojava jî kir ku ev ji ber dijminahiya wê ya li dijî kurdan e. PDK’ê êrîşa li dijî Rojava jî şermezar nekir. Kurd nikarin nêzîkatî û helwesteke wisa nîşan bidin.
Nêzîkatiya PDK’ê gelo li gorî kîjan mantiqê ye? PDK bi vê jî namîne û radibe bi ser de dibêje PKK’ê timî zirarê daye me. Ew sûcdarkirina PKK’ê ji bo xwe kirine wekî xislet. Lê belê PKK’ê bi rizgarkirina êzidiyên li Şengalê hem PDK ji tohmeteke mezin a dîrokî xelas kir û hem jî bi berxwedana li Mexmûrê deriyê Hewlêrê li DAIŞ’ê girt. Bi vî awayî PKK’ê nehişt Hewlêr vala bibe. Ji ber vê yekê serokê PDK’ê Mesûd Barzanî çû Mexmûrê û li ser mînderên gerîla rûnişt, spasiya wan kir.
Li gel ku hemû dinya jî dizane gerîlayan bi çûna hawara Şengalê êzidî ji komkujiyê xilas kirin jî PDK rabûye hebûna gerîla ya li Şengalê dixwaze wek hinceta êrîşên dewleta tirk nîşan bide. Ev helwest di esasê xwe de dibişe helwesta PDK’ê ya di 3’yê tebaxa 2014’an de nîşan dabû. Ji aliyê PDK’ê ve meşrûdîtina vê êrîşê di esasê xwe de tê wateya meşrûdîtina êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê. Li gel ku her kes pê dizane ku komeke biçûk a gerîla li wir heye. Ew jî li derdora Şengalê piştgiriyê didin hêza xweparastina êzidiyan ango YBŞ’ê. Jixwe gerîlayên li wir jî bi dehan caran daxuyandiye ku tekane armanca wan parastina êzidiyan û ji bo ku bi awayekî xweser bijîn, destekkirina wan e. Gerîlayan bi tenê êzidî ji komkujiyê xelas nekirin di heman demê de Şengal û derdora wê jî ji DAIŞ’ê paqij kirin. Li gel ku ev rastî li holê ye jî PDK li şûna dijminatiya dewleta tirk a li hemberî kurdan bibîne radibe êrîşa wan meşrû nîşan dide.
Ev jî nîşan dide bê ka mêjiyê PDK’ê çawa berovajî dixebite. Tu kurdek dê vê mantiqa bêyom a PDK’ê qebûl neke. Ne bi tenê gelê me yê Bakur, Rojava û Rojhilat di heman demê de gelê me yê başûrê Kurdistanê jî dê vê polîtîkaya PDK’ê qebûl neke. Jixwe gel û partiyên siyasî yên kurd berteka xwe ya li dijî êrîşan bi zelalî danî holê. PDK’ê hem êrîşa li dijî Şengalê û hem jî êrîşa li dijî Rojava şermezar nekir ku ev bi serê xwe nîşan dide ku xwedî polîtîkayeke çawan in. Ma ne diviya partiyeke kurd êrîşa li dijî Rojava şermezar bikira? Gelê Rojava hemû rabû ser pêyan, ma ne diviya PDK li kêleka vî gelî cihê xwe bigirta? Gelê wê derê gelo di çavê PDK’ê de wekî ku dewleta tirk dibêje; “gelê terorîst e?” Gelo kîjan hêza siyasî heta ku ranebe li dijî êrîşa li ser Rojava bertek nîşan nede ji xwe re bibêje ez partiyeke kurd im? PDK di siyaseta kurd de rêyeke pir xerab vedike. Ji bo siyaseta kurd dibin mînakeke pir xerab.
Heke wisa berdewam bike dê sibe, du sibe hêzeke siyasî ya kurd jî rabe ji xwe re hin hincetan çêke û li dijî êrîşa li ser gelê kurd bê deng bimîne û normalîze bike. PDK bi vê nêzîkatiya xwe dara li bin xwe dibire. Bi rol û rista parçekirina raya giştî ya kurd û yekitiya kurdan tev digere. Ji ber helwesta PDK’ê daniye holê heke wek polîtîka û rêyekê were normalîzekirin dê kurd ji çavkaniya xwe ya herî bihêz mehrûm bimînin. Ev helwesta ku PDK ji ber dijberiya xwe ya PKK’ê ketiyê di pêşerojê de dê zirareke mezin bide PDK’ê jî. Heke ev nêzîkatiya hanê bibe wek tarzê polîtîkayekê dê kurd zirareke wisa mezin a ku di dîrokê de nedîtine, dê bibînin. Ji lew re hemû kurd û kîjan partiya siyasî dibe bila bibe lazim e nêzîkatî û helwesteke bi vî rengî qebûl neke. Ji bo pêşerojeke azad û demokratîk a hemû kurdan divê
helwesteke wisa were nîşandan.