TSK'ê piştî Radyo ROJAVA û ÇIRA, niha jî êrîşî AFRÎN FM'ê kir

EFRÎN – Leşkerên TSK'ê piştî bi balafirên şer Radyo ROJAVA û ÇIR bombe kir, niha jî AFRÎN FM topbaran kir.

Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), êrîşên li dijî herêma Rojava zêde dike. Li gorî agahiyên nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), TSK'ê piştî bi balafiran li Şengal û Rojava Radyo ROJAVA û ÇIRA bombe kir, du roj in gundên Firfirk, Qera Baba, Tebê Heşrekî, Mosako, Binîrik, Meydan Ekbes û Şenkliyê yên navçeya Raco û gundên Çeqela Jorîn û Mela Xelîl ên navçeya Şiyê topbaran dike. Şeva din leşkerên TSK'ê êrîşên xwe berfireh kir û gundê Hemam ê navçeya Cindirsê topbaran kir. Leşkerên TSK'ê saet ji 23:50`an heta serê sibê bi tang û çekên giran êrîş Pêk anîn. Zêdetirî 20 top li gund ketin.Ji aliyekî din ve jî êrîşên TSK'ê li dijî çapemeniya azad didome. Artêşa Tirk piştî hedefgirtina Radyo ROJAVA û ÇIRA, vê carê AFRÎN FM da ber gule û topan. Di topbaranê de weşana AFRÎN FM ya li navçeya Şiyê hate rawestandin. Ji aliyekî din ve jî leşkerên TSK'ê 5 tang û 3 panzer li beramberî gundê Kirdo yê navçeya Bilbilê bi cih kir û leşkerên xwe li wê herêmê zêde kir.

Balafirên şer ên TSK'ê di 25`ê nîsanê de êrîşî Qereçox û Şengalê kiribû û di êrîşê de 20 şervanên YPG û YPJ`ê jiyana xwe ji dest dabûn. Radyo ROJAVA û ÇIRA jî hatin rûxandin.