Qeyûmê li dijî rengên kesk, sor û zer laleyên zer qurmiçandin

AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştî ket destê qeyûmê laleyên sor û zer li kolanan û refûşan çandin. Qeyûmê dijberiya xwe ya rengê kesk, sor û zer, ji qurmiçandina laleyên zer nişan da.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştî ked destê qeyûmê wekî hemû şaredariyên di destê AKP'ê de li tenişta rêyan û refuşan lale çandin. Piştî lale çandin li tenişta rêyan û refûşan rengê kesk, zor û ser bal kişand ser xwe. Lê Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin venêrtiya Qeyûmê de ye, rengên kesk, sor û zer tehamul nekir û hemû laleyên zer ên li refûşan qurmiçandin û jêkirin. Di refûşa rêya ji Seyrantepe heta Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) laleyên zer ên hatine jêkirin balê dikişîne ser xwe. Di refûşa ku hefteyek berê laleyên zor û zer hebûn, niha hemû laleşên zer hatin jêkirin û tenê laleyên sor hatin hiştin.

Têkildarî mijarê rayedarên Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan parastin kir û diyar kir ku dibe ji ber baranê laleyên zer pelê wan weşiya bin.

Rayedarên dewletê berê jî li dijî lembayên ronahiyên trafîkê jî tehamul nekiribûn. Ji bo ne kesk, sor û zer bin, li bajarên Kurdistanê rengê ronahiya kesk guhertin û li şûna rengê kesk, rengê şîn danîn û kiribûn şîn zer û zor.