Dayika Ugur Kurt biryara dadgehê şermezar kir

STENBOL - Dayika Ugur Kurt Gullunaz Kurt û parêzerê Kurt, têkildarî kêmcezakirina polîsê kujer Sezgin Korkmaz civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de dayika Kurt Gullunaz Kurt diyar kir ku ji ber wê saeta parêzerekî qetand 6 sal ceza jê tê xwestin, lê polîsê kurê wê kuştiye tenê bi 12 hezar tl tê cezakirin.

Malbata Ugur Kurt ê li Okmeydani ya Stenbolê di sala 2014'an de ji aliyê polisan ve hat kuştin û parêzerên wî li Baroya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anî. Malbatê û parêzeran cezakirina polîsê kujer Sezgin Korkmaz a 12 hezar û 100 TL şermezar kirin û diyar kirin ku li gel ku polîsan bi zanebûn Ugur kuştiye jî tenê rastî 12 hezar ceza hatine û ev ceza wekî xelatê pênase kirin. Di civînê de Dayika Kurt Gullunaz Kurt, parêzerên malbata Kurt, Bavê Kurt Kemal Kurt, Parlamenterên CHP'ê Gulay Yedekçi, Bariş Yarkadaş, Hilmi Yarayici, Sezgin Tanrıkulu, avukatları Turgut Kazan, Asli Kazan, Sekretera Odeya Mîmaran a Stenbolê Mucella Yapici û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Prz. Asli Kazan, diyar kir ku wê li dîmenên ku polîsan Kurt kuştiye temaşe kiriye. Kazan anî ziman ku wekî fîlm bê kişandin. Parêzeran anîn ziman ku ji vê saetê û şûnde ewlehiya can tune û ev ceza nayê qebûl kirin û ne kuştinek ji rêzê ye.

‘JI BO SAETEKÊ 6 SAL CEZA DIXWAZIN, LÊ JI BO KUŞTİNÊ 12 HEZAR TL

Dayika Kurt Gullunaz Kurt jî anî ziman ku wê ji ber saeta parêzerekî ji destê wî jêkir û wiha got: "Ji ber saetekê 6 sal ceza ji min dixwazin. Lê polîs bi zanebûn kurê min kuştine tenê 12 hezar tl ceza dixwazin. Polîs kujerê 3 kesan e. Kujerê kur, bav û dayikê ye. Bila dadger destê xwe dîne ser wîcdanê xwe û li gorî wê tev bigere."