AGIRÎ - Gotin “fermana polîsan heye” û xwestin kêla li ser gora endamê Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê Îsmet Baycan a li ser aştî hatiye nivîsandin bê rakirin.
Polîsan xwest nivîsa li ser kêla gora endamê Koma Aştiyê Îsmet Baycan ku li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 1’ê Cotmeha 199’an de hat Tirkiyeyê û di24’ê Gulana 2003’yan de li Girtîgeha Tîpa E a Mûşê ji ber nexweliyekê jiyana xwe ji dest da bê rakirin.
LI SER KÊLA GORÊ NIVÎSA AŞTIY^EHEYE
Polîsên ku serê sibê çûn mala Baycan gotin “ferman heye” û nivîsa ku li ser kêla gora Baycan a li Bazîdê ye ya “Armanca me avakirina civakek aştî, piştevanî û wekheve. Azadkirina kes, rêxistina civak û demokratîk kirina dewletê ye. Qasidê aştiyê dema li çiyayên me gulên rengîn vedibûn me tu oxir kirî. Em ê bibin ronahî û bi înat kevokan bifirînin heta em bigihijin rojê” bê rakirin.
ÎSMET BAYCAN DI 1999’AN DE HATIBÛ TIRKIYEYÊ
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan got “Di siyaseta demokratîk de xitimînek mezin tê jiyîn. Ev rewş bi xwe re aqadên hiqûqî, civakî, çandî û leşkerî jî dixitimîne. Ji bo xitimîna di pirsgirêka kurd de bê derbaskirin; divê pêşiya siyaseta demokratîk û çareseriyê bê vekirin” û di 2’yê Tebaxa 1999’an de bi banga kirî hêzên PKK’ê derxistin derveyî sÎnor, 22’yê Îlona 1999’an de wekî “pêngava niyeta baş” xwest komek PKK’î bên Tirkiyeyê.
Li ser vê yekê di 1’ê Cotmeha 1999’an de Alî Sapan, Seydî Firat, M. Şîrîn Tunç, Îsmet Baycan, Sohbet Şen, Yuksel Genç, Yaşar Temur û Gulten Uçar wekî Koma Aştiyê ya yekemîn ji Şemizînanê hatin Tirkiyeyê. 8 endamên komê yên hatin binçavkirin di 2’yê Cotmehê de rêkiribûn Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê. Endamên komê di doza DGM’ê ya hatin darizandin de wekî “endamên rêxistinê ne” ceza girtin. Îsmet Baycan ku di nava komê de bû di 24’ê Gulana 2003’yan de jiyana xwe ji dest dabû.