MÊRSÎN - Îdîanameya 45 endam û rêveberên HDP'ê ku 29 jê girtî tên darizandin hat amadekirin. Dozger di îdîanameyê de bangên Navenda Giştî ya HDP’ê yên li dijî operasyonan sûc nîşan da.
Li Mêrdînê di operasyona li dijî HDP’ê ya 24’ê Kanûna 2016’an de 153 kes hatibûn binçavkirin û ji vana 72 kes hatin girtin. Dozgerê Komarê Îhsan Dogan derbarê kesên hatin binçavkirin de 3 îdîaname amade kirin. Îdîanameya derbarê 45 kesên 29 ji wan girtîne de hatiye amadekirin ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Di îdîanameya 85 kesên serbest, 43 kes girtî û nava wan de Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu jî heye de ji aliyê dadgehê ve bi hinceta “tu sûcê ku tê gotin net nîne” paşde hat rêkirin û ji bo 20 kesan biryara bêşopandinê da.
Ji 45 kesên ku navê wan di îdîanameyê de derbas dibin bi sûcdariya “Endamên rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” ceza hat xwestin.
PARVEKIRINA BANGÊN NAVENDA GIŞTÎ YA HDP’Ê MIJARA SÛCIN
Di îdîanameyê de bangên Navenda Giştî ya HDP’ê yên ji aliyê endama HDP’ê Emîne Vural Vuranok û kesên din ên hatine binçavkirin ve hatine parvekirin wekî sûc hatin nîşandan. Bangên HDP’ê yên li dijî qeyûman û girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli ji ber di tora civakî de parvekirine wekî “ferman parvekirine” di îdîanameyê de cihê xwe girt.
Berîvan Altan - dihaber