DÎB: 12 Hezar kes ji ber xebatên 'Na' hatin binçavkirin

STENBOL - Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) têkildarî encama referandumê daxuyanî da diyar kir ku ji ber xebatên "Na" 12 hezar kes hatin binçavkirin.

Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DİB), têkildarî îhlal û lîstikên li dijî xebaten referandumê li avahiya Odeya Mîmaran a Karakoyê civina çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Parlamentera HDP'ê Huda Kaya, Parlamenterê HDP'ê yê berê Hasip Kaplan û Levent Tuzel, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demir û gelek siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Di civînê de slayta bi ser navê “Em sindoqa qirêj naxwazin. Em encama referandumê qebûl nakin" hat pêşandan. Li ser navê komê endama Koordinasyona DİB Îrem Avşin û Hakan Ozturk daxuyanî xwendin.

Endamê Koordînasyona DÎB'ê Îrem Avşin, diyar kir ku referandum di şertê OHAL'ê de pêk hatiye û wiha got: "Vîna azad raste rast ji aliyê îktîdarê ve hatiye astengkirin. Çavkaniyên cemaweriyê ku divê bê alî û wekhev ji hemû hilbijêran re wekî hev bê parvekirin tenê ji aliyê îktidarê ve hatiye xerçkirin. Mafê propaganda azad ji aliyê îktidarê ve hatiye asteng kirin. Hemû çavkaniyên dewletê û cemaweriyê di xizmeta "Erê de hatin bikar anîn. Di roja referandumê de jî YSK’ê bi biryara dayî alîyê xwe yê îktîdarê diyar kir. Ev hilbijartin di bin lîstik û hîleyan de pêk hat. Em dixwazin ev referanduma ku dê bêtir rê li pêş binpêkirinên mafan veke bê betalkirin. Ger ku ev referandum neyê betalkirin dê ji niha û şunde hemû hilbijartin di bin lîstik û hîleyan de pêk bên. Em dê bi hemû hêzên demokrasiyê li dijî vê yekê têkoşîna xwe berdewam bikin."


Avşin, bal kişand ser rapora Rêxistina Hevkariya Ewlehiya Ewropa (RHEE) û wiha got: Li gorî raporê jî qanalên neteweyî cih nedan xebatên "Na". TRT, Kanal D, CNN Turk, Fox TV, Haber Turk ji di navde
17 qanalên neteweyî li gorî daneyên RTUK’ê li dijî bêalîbunê tev geriyane. Heta li dîwarên Mizgeftan jî pankartên "Erê" hatin daliqandin. Li saziyên dewletê û rêveberên dewletê konferansên "Erê" dan.
Li sîlopiyê polîsan belavokên "Erê" belav kirin. Pereyên sergirtî yê tenê Serokomar û Serokwezîr dikare xerç bike di xizmeta "Erê" de hat xerçkirin. Di meha referandumê de ji sedî 62,5 rêje yê pereyê sergirtî zêde bû û derket 446 milyon tl.

606 KES JI BO NAYÊ HATIN GIRTIN

Avşîn, da zanîn ku di xebatên "Na'yê de ji ber xebatên "Na"yê 12 hezar kes hatin binçavkirin û jê 606 kes hatin girtin. Avşin, destnişan kir ku tenê 2 hezar û 462 kes hevparên HDP'ê bûn û wiha got: "Ji hevparên HDP'ê 453 kes hatin girtin. 29 kes birîndar bûn. Kesek hat kuştin. 151 êrîşên fîzîkî pêk hatin. 83 hevşaredarên DBP’î hatin girtin û 84 şaredarî qeyûm hat tayînkirin. Der barê astengî û qedexeyan 477 îhla pêk hatin. Mîting û civînên Meral Akşener hatin asteng kirin. Ger ku encama referandumên sindoqên qirêj neyê betalkirin dê ji niha û şûnde jî hemû hilbijartin bi hîle û lîstikan bi encam bibin.


Endamê Koordinasyona DÎB'ê Hakan Öztürk jî bal kişand ser rapora RHEE'ê anî ziman ku di vê pêvajoyê de hemû rêxistinên demokratîk û sivîl hatin girtin û wiha got: "Medya yek alî xizmet kir. 190 saziyên medya hatin girtin. 2 hezar û 500 rojnameger betal hatin hiştin. 150 rojnameger hatin binçavkirin. Li gorî rapora "Oy ve Otesi" Di 290 sindoqan de 99 hezar û 680 deng nelirêtî hatiye kirin. Li 18 bajaran di hezar û 118 sindoqan de ji sedî 90 û "erê" tê dîtin. Li ser 791 sindoqên ku 237 hezar û 121 hilbijêrên wê hebûn, endamên HDP’ê yên sindoqan tune bûn.