Cerdevanekî întîhar kir

SÊRT - Li navçeya Misircê ya Sêrtê cerdevan Seyithan Kurhan întîhar kir.

Li Gundê Kanî Kervana yê Navçeya Misircê ya Sêrtê cerdevanê 28 salî Seyithan Kurhan întîhar kir. Cerdevanê bavê 3 zarokan dema kes ne li malê bû xwe kuşt. Cenazeyê Kurhan ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.