STENBOL - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo beşdarî Lûtkeya Atlantikê bibe li Stenbolê ye û wê piştî lûtkeyê hin hevdîtinên fermî pêk bîne. Barzanî dê bi Erdogan re hedîtin bike.
Li Stenbolê 8'emîn Lûtkeya Konseya Atlantîk, tê lidarxistin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Kare û Enerjiyê yê Herêma Kurdistanê Aştî Hawramî jî di roja 2'emîn de di lûtkeyê de
amade bûn. Barzanî û rayedarên tirk di lûtkeyê de bi hevre wêne kişandin. Barzanî piştî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Çiyayê Şingalê cara pêşî serdana Tirkiyeyê dike. Barzanî daxuyand ku wê di çarçoveya serdana xwe de ligel Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan û rayedarên hikumeta tirk re hin hevdîtinan pêk bîne.