Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn

STENBOL - Kesên di qetlîama 1’ê Gulana 1977’an de jiyana xwe ji dest dan li Hevraza Kazanci hatin bibîranîn. Yek ji şahidên qetlîamê Berdevkê 78’an Celaletîn Can diyar kir ku ger wê rojê panzer ne anîbana vê derê û polîsan astnegî ne derxistibana wan dikarî hevalên xwe rizgar bikin.

Hewldana 78’an, Partiya Tevgera Kedkaran (EMP), HDP, Paretiya Kesk a Çep kesên di qetlîama 1’ê Gulana 1977’an de jiyana xwe ji dest dan li Hevreza Kazanciya Taskîmê bibîranîn. Di bîranînê de daxuyanî ji aliyê Berdevkê Hewldana 78’an ê Stenbolê Yunus Bîrcan ve hat xwendin.

Bîrcan, diyar kir ku li Hevreza Kazanci ya Taksîmê di 1’ê Gulana 1977’an de 34 hevalên wan hatin qetilkirin.

Piştî Bîrcan yek ji şahidên qetlîamê û berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can jî wiha got: “Qada qetlîamê ji aliyê polîsan ve bi panzeran hatibû girtin, polîsan kesên li qadê kombûne dan ber guleyan. Polîsan ne hiştin ku em hevalên xwe yên birîndar bibin nexweşxaneyê. Ger wê rojê panzer ne anîbana û polîsan astengî dernexistina me dikarî hevalên xwe rizgar bikira. 34 hevalên me jiyana xwe ji dest da. Hewldana 78’an di encama xebatên meşandin de diyar kir ku berpirsên qetlîamê Midûryeta polîsan a Stenbolê, MÎT û Harbên Taybetin. Tirkiye welatê qetlîamane û berpirsê tu qetlîaman ne hatine darizandin. Ji bo kujer bên darizandin emê têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştî axaftinan girseyê qerenfîl danîn Hevraza Kazanciyê li cihê qetlîamê.