Ji bo Tahîr Elçî edalet xwestin

AMED - Baroya Amedê Tahîr Elçî bibîr anî û ji bo Elçî Edalet xwestin. Cîgirê Serokê Baroya Amedê Velat Alan, anî ziman ku sazên hatine dayîn hêj nehatine girtin.

Baroya Amedê ji bo bîranîna Tahir Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an de li ber Mînareya Çar Ling a Sûra Amedê hat kuşitn di hefteay 74'an de li ber Edliya Amedê kom bûn û çalakiya bîraninê pêk anîn. Di bernameyê pankarta ku wêneyê Elçî li ser heye û bi kurdî û tirkî "Em te ji bîr nakin" hatibû nivisandin hat vekirin. Li ser navê parêzeran Cîgirê Serokê Baroya Amedê Velat Alan daxuyanî da. Alan,diyar kir ku rayedaran soza ku bûyerê ronî bikin û kujeran darizînin dan, lê hêj soza ku hatiye dayîn pêk neanîne. Alan anî ziman ku ji bo darizandina kujeran û ronîkirina bûyerê dê têkoşina xwe berdewam bikin û Elçî ji bîr nakin.

Piştî daxuyaniyê rûniştina 5 deqîqeyan pêk anîn.