Berdevkê YPG'ê Xelîl: Êrîş aşkere piştgiriya DAÎŞ'ê ye

NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê YPG'ê Rêdur Xelîl der barê êrîşa li dijî bargehên wan ên Rojava pêk tên, helwesta navdewletî ya li hemberî êrîşê nirxand. Xelil, anî ziman ku ger êrîş bidomin YPG dê axa xwe biparêze. Xelîl da zanîn ku armanca êrîşê aşkere piştgiriya Tirkiye ya DAÎŞ'ê ye.

Balafirên TSK'ê di 25 ê Nîsanê de li herêma Qerecoxê li YPG'ê û li Şengalê li YBŞ'ê dabûn. Di êrîşa li Çiyayê Qereçoxê de 20 YPG’êyî li Şengalê jî 5 Pêşmegê jiyana xwe ji dest dabûn. Berdevkê YPG'ê Rêdur Xelîl der barê êrîşa li hemberî bargehên xwe û helwesta navdewletî ya li hemberî êrîşê di bernameya Kurdvîzyon ya Platforma 1HaberVar de nirxandinên girîng kirin. Berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl, têkildarî êrîşa ku 20 endamên wan jiyana xwe ji dest dan û armaca êrîşê axivî û wiha got “Niha êrîşa dewleta Tirki di qonaxeke wiha de tê kirin ku, Hezên parstinan gel YPG di nava QSD'ê de û bi Kualisyona Navnetewî re li hemberî DAÎŞ'ê, li Reqa û Teqbayê serkeftinên pir mezin bi destin xisitne û DAÎŞ'ê pir tengav kirine. Erişên Tirkiyê di demeke wiha de bi awayeke zelal armanca Tirkiyê ew e ku zexta li ser DAÎŞ'ê ku ji aliyê me vê tê kirin sivik bike û alikariyeke bide DAÎŞ'ê. Armanc him astengkirina koalisyona Navnetewî û him jî astengkirin Qeweta Suriya Demokratîk e ya li hember tekoşîna DAÎŞê ye.

XELÎL: ÊRÎŞ BIDOME YPG DÊ AXA XWE BIPARÊZE

Berdevkê YPG'ê Xelîl, li ser operasyona Reqayê jî rawestiya û wiha axivî: "Ger dewleta Tirkiye operasyonên xwe bi vî awayî bidomîne dê YGP vegere û axa xwe bi parêze. Îro roj ne mumkune ku hêzeke kualisyona navnetewî li dijî DAÎŞ'ê şer dike, lê di pişte re jî Tirkiye bargehên me bombebaran dike. Îro gel zaroken xwe dişine Reqayê ji bo li hemberî DAÎŞ'ê şer bike. Lê ji pişt re rastî van êrîşan tên. Ne mûmkune ku em van tiştan qebûl bikin.”

‘EM TIRKIYE WEKÎ CÎRAN EW ME WEKÎ DIJMIN DIBÎNIN'

Xelîl, li ser îdîayên ku hate gotin ji aliyê Rojava aliyê axa YPG'ê çek derabasî Tirkiyê bûye û bi wan çekan li Tirkiyê çalakî pêk hatiye wiha got: "Rastiya vê yekê tune ye. 600 kîlometre sînor di nava me û Tirkiye de heye. 6 sal in rojeke fîşekeke jî ji aliyê me ve li axa Tirkiyê neketiye. Ev hemû hincetên bê kok in. Me xwest dewleta Tirk wekî cîran bibînin, lê dewleta Tirk çareseriyê naxwaze. Me her dem wekî dijmin dibine û nîşan dide. Armanca wan tunekirina vîa Gel ê kurd e.

'EV ÊRÎŞ DI HEMAN DEMÊ DE LI DIJÎ KOALÎSYONÊ YE JÎ'

Xelîl, di berdewama axaftina xwe de da têkildarî îdîayên 'Leşkerên Amerikî nêzî bargehê hat rûxandin e' jî wihagot: "Di heman demê de ew êrîş li heberî koalisonê hatiye kirin. Li Rojva gelek deverên Amerika û kolîsyona navneteweyî bi hevre bi kar tînin heye. Êrîşa Tirkiyê li Qerecoxê pêk hat. Dî erîşê de Baregeha Fermandariya Giştî ya YPG'ê hedef hate girtin. Leşkerên Amerikayê jî nêzî wê herêmê bû.”

'TENÊ DAXUYANÎ TÊR NAKE'

Xelîl daxuyaniya DYA'yê jî şirove kir û wiha bi dawî kir: "Amerika ne tenê daxuayanî, divê di aliyê pratîkê de gavên ber bi çav bavêje. Tenê daxuyanî têr nake. Tiştên em dixwazin ew e ku grantiyeke rastiyeke ber bi çav ji bo kurdan bê dayîn ku careke din balafirên artêşa Tirkiyê axê kurdan bombebaran neke. Em dixwazim DYA zextên xwe li ser Tirkiyê zêde bike ku Tirkiyê dawî li operasyonan bîne."