ŞIRNEX - Parlamentera HDP’ê Leyle Bîrlîk qedexeya li gund, zozan û gundikan tên îlankirin bir rojeva Meclîsê.
HDP’ê xwest ku pirsgirêkên aborî, hiqûqî, siyasî û civakê yên ji ber polîtîkayên ewlehiyê û qedexeyên li zozan û gundikan tên îlankirin derdikevin holê li meclîsê bên nîqaşkirin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, xwest li meclîsê derbarê herêmên ku her tim qedexe lê tên îlankirin de nîqaş bên meşandin.
Bîrlîk li ser van qedexeyan pêşniyanameyek radestî meclîsê kir. Bîrlîk di pêşniyarnameyê de diyar kir ku ji ber qedexe, operasyonên leşkerî yên li herêmê tên îlankirin sewalkarî û çandinî hatiye asta tunebûnê û welatî nikarin sewalên xwe bibin zozanan.
Bîrlîk da zanîn ku ji bo li cihên qedexe hatine îlankirin bandora siyasî, civakî û hiqûqî bên lêkolînkirin, çareserî bê dîtin, zirara madî û manewî ya welatiyan be tesbîtkirin, ji bo ev bên çareserkirin ew dixwazin ku Meclîs lêkolînekê bide destpêkirin.