Ji parêzeran bertek: Derxistina parastinê nayê qebûlkirin

STENBOL - Parêzeran bertek nîşanî avêtina Prz. Suat Eren a ji salona dadgehê dan û diyar kirin ku parastin ji salona dadgehê nayê avêtin û ev yek nayê qebûlkirin. Parêzeran anîn ziman ku ew dê der barê polîsêin Eren darp kirine de serlêdana sûc bikin.

Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), bertek nîşanî polîsên ku prz. Suat Eren ji salona 10'emîn Dadgeha Cezayen giran a Bakirkoyê avêtin dan. Parêzeran diyar kirin ku ev yek nayê qebûlkirin. Parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz li ber Edliyeya Bakirkoyê daxuyanî dan û helwesta polîsan şermezar kirin. Parêzeran sloganên "Parastin bêdeng nebû bêdeng name" berz kirin. Li ser navê parêzeran Prz. Gunay Dag, diyar kir ku piştî darbeya 15'ê Tîrmehê hiqûq ji holê rabûye û bi destê darazê dixwazin parêzeran terbiye bikin. Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz Suat Eren jî anî ziman ku li salonê ji aliyê polîsan ve rastî lêdanê hatiye û wiha got: Kê sûc kiribe ew dê hesabê vê yekê bidin. Piştî daxuyaniyê dê der barê polisên Eren darp kirine de sêrlêdana sûç bikin.

Baroya Stenbolê jî daxuyaniya nivîskî da û êrîşa polisan a li dijî parêzer Suat Eren şermezar kir.