Dê doza Pirsûsê di 4'ê Gulanê de li Curnê Reş bê dîtin

RIHA - Dê rûniştina yekemîn a doza ku der barê qetilkirina 34 ciwanên SGDF'ê yên li Pirsûsê di êrîşeke bombeya zindî de hatin kuştin, di 4'ê Gulanê de li Curnê Reş bê dîtin.

Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de ciwanên ku bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) dema xwestin di xebata ji nû ve avakirina Kobaniyê de cih bigirin û li ser vê hatin Pirsûsa Rihayê, li baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê li hemberî wan êrîşeke bombeya zindî pêk hat û di vê êrîşê de 34 ciwanên SDGF'î jiyana xwe ji dest dabûn. Yekemîn rûniştina doza derbarê vê qetliamê de, dê di 4'ê Gulanê de li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bê dîtin.

Îdianameya dosyeya lêpirsînê, piştî guherandina 5 dozgeran û 18 mehan şûne de, hatibû amadekirin û dadgehê îdianame qebûl kiribû û doz vekiribû. Dê doz bi hinceta eywanan dadgeha Rihayê biçûk e, li edliyeya navçeya Curnê Reş a ku nûhatiye çêkirin bê dîtin.