Karkerê înşeatê yê ku ji qata 8'emîn ket mir

STENBOL - Li Kurtkoyê, Tahir Ertik ê ku îskeleya înşeatê ya li qata 8'emîn ket, jiyana xwe ji dest da.

Li semta Kûrtkoyê ya navçeya Pendîkê ya Stenbolê, karkerê înşeatê Tahir Ertik, ji îskeleya înşeatê ya li qata 8'emîn ket û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Ji bo otopsiyê cenazeyê Ertik şandin Saziya Tiba Edlî. Hat ragihandin ku dê sibê cenazeyê Ertik li Taxa Yenîşehîr a Pendîkê bê definkirin.

Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.