Kesên belavokên 1'ê Gulanê belavkirin hatin binçavkirin

ENQERE - Endamên ESP û SGDF'ê yên li Kolana Yukselê belavokên 1'ê Gulanê belav dikirin, hatin binçavkirin.

Li Enqereyê, 6 endamên Partiya Sosyalîs a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên li Kolana Yukselê ji bo bangawaziya 1'ê Gulanê belavok belav dikirin hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku, endamên ESP û SGDF'ê yên ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin li Muduriyeta Polîsan a Navçeya Çankayê tên ragirtin.

Navê kesên hatin binçavkirin ev in: Seroka ESP'a Enqereyê Didar Gul, Ulaş Alankuş, Tunahan Turhan, Ali Yilmazer, Cem Eren Aslan û Oguz Akça.