MÊRSÎN - Kurd îsal li ber bayê polîtîkayên çewisandin û bişavtinê Cejna Ziman pêşwazî dikin. Serokê Şaxa Egîtîm-Sen'a Mêrsînê Sinan Muşlu, bertek nîşanî polîtîkayên "Dê kurdî welat dabeş bike" da û wiha got: "AKP ji bilî erebî, naxwaza zimanên din bibîne. Divê êdî dewlet pergaleke piralî ya tam demokratîk û pirzimanî têxe meriyetê."
Ji sala 2006'an vir ve 15 Gulanê roja weşana Kovara Hawarê ya di sala 1932'yan de ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve bi tîpên latînî hat weşandin, wek Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Hikûmeta ku bi polîtîkayên xwe yên tund ên çewisîner û bişavtinê her tim bi ser zimanê kurdî ve çûye. Her wiha heman hikûmet bi şerê Sûriyeyê re, ji bo 3 milyon sûriyeyên ku hatin Tirkiyeyê derfetên perwerdehiya bi zimanê dayîkê peyde kir. Lê belê, ji bo kurdan axaftina bi zimanê dayikê dibe cihê êrîşan û heta gelek caran jî dibe sedema girtinan. Lê ji bo sûriyeyiyan, li pêşdibistan û dibistanên navîn ên girêdayî Perwerdehiya Netewî ne, dersên bi erebî tên dayîn.
Yek ji dibsitanên ku zarokên sûriyeyî lê tên perwerdekirin jî, Dibsitana Navîn a Îmam Xetîbê ya Mehmet Dagli ya ku li Taxa Çîlekê ya Akdenîza Mêrsînê ye. Li taxa ku bi piranî kurdên ku di salên 1990''î de hatin koçberkirin û penaberên sûriyeyî lê dijîn, li dersaxaneyên dibistanê tabelayên erebî hene. Lê zarokên kurd ên ji perwerdehiya bi zimanê dayikê hatine mehrûmkirin, niha bi jibîrkirina zimanê xw ere rû bi rû ne.
Serokê Şaxa Egîtîm-Sen'a Mêrsînê Sinan Muşlu, polîtîkayên dewletê rexne kirin û got, bi salan e ew ji bo perwerdehiya demokratîk, zanyarî û zimanê dayikê têdikoşin. Muşlu, dest nîşan kir ku dersên ku li dibsitanan bi erebî tên dayîn pêdiviyeke însanî ye û got, lê belê heman sepandin ji bo gelên din nayên sepandin. Muşlu wiha got: "Li Tirkiyeyê wek kurdan, gelek gelên din jî hene. Lê belê destûra perwerdehiya bi zimanê dayikê ya wan gela nayê dayîn. Bi taybetî jî bi sedan sal in ku kurd li vî welatî dijîm, lê belê hîn jî daxwazên wan ên perwerdehiya bi zimanê dayikê bi cih nehatine. AKP ji bilî erebî, naxwaza zimanên din bibîne."
'DERDÊ AKP'Ê NE ZIMAN E'
Muşlu, bi tabetî li hemberî polîtîkayên "Dê kurdî welat dabeş bike" bertek nîşan dan û wiha got: "Divê êdî dewlet di nîqaşa perwerdehiya bi kurdî de bi awayekî çareserker tevbigere. Lê wisa dixuyê ku, derdekî wisa yê hikûmeta AKP'ê tune ye."
Muşlu, dest nîşan kir ku li dibistanên ku bi erebî perwerdehî lê tên dayîn, mamosteyên kadroyî hatine bicihkirin û wiha axivî: "Bila zarokên sûriyeyî zimanê xwe hîn bibin, ev pêdiviyeke însanî ye. Lê divê bi milyonan kurd jî bên dîtin. Zimanê wan nayê redkirin. Divê êdî dewlet pergaleke piralî ya tam demokratîk û pirzimanî têxe meriyetê."