Li ser navê veguherîna bajar çand û dîroka Sûrê tune dikin

AMED - Di çarçoveya projeya veguherîna bajariyî de, çand û dîroka sedsalan a Taxa Alîpaşa ya Sûrê tune dikin. Şêniyên taxê, destnîşan kirin ku çi dibe bila bibe ew di apartmanan de najîn.

Li Taxa Alîpaşa ya Sûra Amedê ya ku di sala 2008'an de daxilî projeya "veguherandina bajariyî" hatibû kirin, berê li hin kuçeyên wê makîneyên kar hin avahî rûxandibûn û ji ber projeya ku 9 sal in didome nav kuçeyên taxê veguherîne qadên şerî. Hin welatiyên ku hîn li taxê malên wan nehatine rûxandin, dema ku dengê makîneyên karî dibihîsin, tirsa ku dê malên wan bên rûxandin li wan peyde dibe. Her wiha herî dawî çend roj berê ji minareyên mizgeftan anons hat kirin ku û hat xwestin ku heta 1'ê Gulanê divê tax bê valakirin. Lê şêniyên taxê, dest nîşan dikin ku ew ê malên xwe vala nekin û li dijî vê biryarê bertek nîşan dan.

‘EM Ê DERNEYÊN, BILA WERIN BI SER SERÊ ME DE XERA BIKIN'

Welatiya bi navê Fahriye Dal, diyar kir ku herî kêm 20 sal in ew li vê taxê ye û wiha axivî: "4 zarokên min hene. Zarokên min biçûk in. Ez bitenê dixebitim. Heke mala min bê rûxandina îjar ez ê çi bikim. Heke ez biçim cihekî din, ez ê hezar lîreyî heqê kirê bidim. Li van deran kirê erzan e. Resmen me davêjin derve. Em ê ji mala xwe dernekivin. Bila werin û malê bi ser serê me de xera bikin."

‘BI RÛXANDINÊ RE DÎROKA ME TÊ TUNEKIRIN'

Mahmut Guneş ê 40 salî, diyar kir ku ew li taxê çêbûye û mezin bûye û wiha got: "Li vir deriyê her kesî ji bo her kesî vekiriye. Em piştevaniya hev dikin. Ji kalikan hevdu nas dikin. Em ne xizmên hev in, lê wek em xizmên hev bin. Piştî vê saetê êdî kesên li vir nikarin di apartmanan de bijîn. Çend xizmên me hene. Çûn TOKÎ'yan. Îdare nekirin. Dubare vegeriyan." Guneş wiha bertek nîşan da: "Dîroka Amedê Sûr e. Bi rûxandinê re, dixwazin çand û dîroka vir birûxînin. Sûr Mîrateya Cîhanê ya ÛNESCO'yê ye. Divê ÛNESco, li hemberî rûxandina malên me bertekê nîşan bide. Her kevirekî malên me dîrokeke hezar salî ye. Bi rûxandinê dixwazin dîroka me tune bikin."

Aynur Guneş a 40 sal in li taxê dijî û debara xwe bifirotina çerezan dike wiha pirsî: "Piştî ez ji vê taxê biçim ez ê çawa debara xwe bikim?" Guneş, diyar kir ku dê li tu derê jiyana li vê taxê bi destê wan nekeve û wiha got: "Ez her sibeh li ber deriyê xwe rûdinêm û temaşeyî zarokên li kuçeyan dilîzin dikim. Ma ez ê li kîjan apartmanê vê bibînim. Piştevaniya ku li vir heye, li tu derî tune ye. Ez ê ji taxa xwe dernekevim."

‘EM DIXWAZIN LI TAXA XWE BIN'

Jina bi navê Miyaser Çinar jî wiha got: "Li vê taxê bi piştevaniya cîranan mirov dikare her pirsgirêkên xwe çareser bike. Li taxê em her roj tevî cîranan rûdinên, diaxivin, bi hev re xwarinê çêdikin, cenaze ji aliyê hemû taxiyan ve tên rakirin. Lê di apartmanan de ez ê nizanibim kî cîranê min e. Em dixwazin li taxa xwe bimînin."

‘HEKE EM BIÇIN APARTMANAN EZ Ê DI MEHEKÊ DE BIMIRIM'

Jina bi navê Kafiye Sun jî, diyar kir ku ew naxwazin ji taxa xwe biçin û wiha axivî: "Em li van kuçeyan çêbûn û mezin bûn. Em tevî cîranên xwe dijîn. Heke serê me biêşe, hemû cîran alîkariyê dikin. Heke biçim apartmanan ez ê di mehekê de bimirim. Bila werin û mala min bi ser serê min de birûxînin. Wê çaxê ez ê li taxa xwe, li mala xwe bimirim, ev çêtir e."

‘EM NAXWAZIN JI CÎRANÊN XWE VEQETIN'

Mehmet Ak ê 62 salî jî diyar kir ku, ew li taxê çêbûye û heta niha li Taxa Alîpaşayê dijî. Ak wiha axivî: "Heta niha dewletê tim em kuştine, hîn jî dikuje. Ev nebes e, niha j, me ji axa me ya ku em li se rçêbûne davêje. Vî gelî çi kiriye? Erdogan doza çi li me dike? Tenê daxwaza me ew e ku, em ji cîranên xwe veneqetin. Dema serê me biêşe li cem me ne. Heke me ji vê taxê derxînin, dê wê çanda piştevaniyê ya bi salan jî tune bikin."