Defînger mîmariya Ûrartûyan wêran dike

DERSIM - Keleha Gundê Qeleyê yê Mazgêrdê ku yek ji wan cihên kevintirîn ên ûrartûyan e, niha ji aliyê defîngeran ve tê texrîbkirin.

Keleha Gundê Qeleyê ya ku bermayiyên dîrokî yên herî kevn ên erdnîgariya Dersimê di xwe de dihebîne, niha bûye hedefa defîngeran. Keleh li ser girekî ye û her çi qas ji wê şeml û îhtişama wê ya berê tiştek jê nema be jî, lê bêhna dîrokê jê difûre. Berî ku mirov bigihîje kelehê, pêşî zinarekî ku wek figurê mirovan e li ber çavan dikeve. Piştî rapelikîneke kin, li quntarên kelehê şopên sûrên ku winda bûne dixuyên. Her ku mirov ber bi kelehê ve diçe, pêlikên ku bi qewirîna zinaran hatine çêkirin li ber çavan dikevin. Ji bo mirov xwe bigihîne kelehê, divê gelek pêlikên nêrdewanan bên derbaskirin.

DÎWARÊN DEHLÎZAN JÎ HATIN TEXRÎBKIRIN

Keleh ji 3 beşan pêk tê. Di beşa ewilîn de beşeke yek odeyî, li kêleka wê jî dehlîzeke bipêlik a ber bi binî kelehê ve diçe heye. Tê gotin ku ev dehlîzên bipêlik ji bo elewiyan pîroz in û di dema cemê de ber bi Çilan ve diçe. Piştî mesafeyekê, dehlîz bi ekvir û axê hatine girtin. Lê defîngeran ev dehlz bi bivir, bêr û metqaban texrîb kirine.

Li ber tunelê deriyek heye û ev derî li koncalekê vedibe. Tê gotin ku, di vê koncalê de gorên zinarî yên aîdî kesên girîng hene.

NIVÎSTEKA BI TÎPÊN MÎXÎ

Li beşa duyemîn a ku deriyê sereke yê kelehê lê ye jî, nivîsteke ku bi tîpên mîxî nivîs li ser in heye. Di lêkolînên li ser nivîstekê de, her çi qas dîroka kelehê tam neyê zanîn jî, tê diyarkirin ku ev keleh ji dema ûrartûyan maye û aîdî sedsala 9'emîn e. Her wiha tam li hemberî nivîstekê, îşareteke xaçê balê dikşîne. Dema mirov ji derî dikeve hundur, du ode li ber çavan dikevin. Li beşa ku tê gotin odeya qiral e, kêlekên derî heta tawan bi motîfên muazam hatine xemilandin. Li odeya ku li hundurê vê odeyê cih digre û bi tu awayî tavê nabîne jî, tê texmînkirin ku cihê îbadetê ye.

‘LI SER KELEHÊ PÊŞKEŞGEH LI BER ÇAVAN DIKEVIN'

Li beşa dawîn a kelehê jî gelek holikên ku bi qewartina zinaran hatine çêkirin hene. Li pêş holikan, pêşkeşgehên ji bo vehesandina mêvanan hene. Her wiha, li qada pêşkeşgeh lê ne gorên ku bi qewartina zinaran hatine çêkirin jî balê dikşînin. Hin çavkanî dibêjin, ev qewartin ne gor in, di dema şer de cihên ku leşker xwe lê vedişartinin.

XWEDÎ LI DÎROKÊ NAYÊ DERKETIN

Texrîbata li keleha ku her çar aliyê wê ji aliyê defîngeran hatiye arav û taravkirin li ber çavan dikeve. Heta niha bi tu awayî tevdîr nehatine girtin.

Mujdat Can - dihaber