Bexçeyên Hewselê deriyên demsalê vekirin

AMED - Baxçeyên Hewselê ku girêdayî navçeya Sûrê ye, xwedî paşerojek 8 hezar salî ye û berê cihê bazara Amedê bû îsal jî ligel zext û dorpêça li herêmê jî çandiniya fêkî û sewzeyan hat destpêkirin.

Malbatên ku li Baxçeyên Hewselê yên Amedê bi çandina fêkî û sewzeyan debara xwe dikin bi hatina biharê re dest bi amadekariyên çandiniyê kirin. Malbatên ku detpêkê zevî ji gihayan paqij kirin dest bi çandina sewzeyên detpêkê kirin. Malbat îsal li bexçeyên ku gelek sewze tên çandin ji ber ji aboriya welat bi fikarin li gelek zeviyan çandinî ne kirin. Welatiyên li Bexçeyên Hewselê çandiniyê dikin jî ji aboriyê gilîdarin.

40 SALE LI HEWSELÊ SEWZEYAN DIÇÎNE

Welatiyê bi navê Hasal Gul ê ku li taxa Fatîhpaşa ya Sûrê dijî lê ji ber şer mecbûr ma ji taxê derkeve ji ber niha di kirê de ye nikare debara xwe bike. Gul, da zanîn pîşeya wî çandiniya fêkî û sewzeyane û wiha got: “Ev 40 sale li Bexeçeyên Hewselê ez 15-20 domin erd dikolim û sewze lê diçîmin. Dahatuya sewzeyên ku ev 40 sale diçînim hemane lê ez ji firotinên îsal bi fikarim. Ji ber rewşa aborî ya welat kesek naxwaze karekî bike, pereyê ji bo kirini xwarinê jî di berîka kesekê de tune ye û ev jî me dixe nava fikaran.”


‘WEKÎ BERÊ EM RIHET NÎNIN’

Gul, anî ziman ku ew malbata xwe bi dahatuya Bexçeyên Hewselê xwedî dike û wiha pêde çû: “Em bi malbatî di biharê de li bexçeyan destp bi çandiniyê dikin. Ji ber dorpêça li bajar em nikarin heta saetên direng bi rihetî bixebitin.”

‘DÊ ÎSAL FÊKÎ Û SEWZE BUHA BE’

Welatiya bi navê Zubeyde Sasan (68) bi lêv kir ku ew li Fîskayayê dirûne, li Hewselê baxçeyên wan hene û wiha domand: “Ev 20 sale li bexçe sewzeyan dikim û debara xwe bi wê dikim. Par bi mirina hevjînê min re me îsal ji bo firotinê fêkî û sewze ne çandin. Ji berk u bûye wekî fêrbûnekê ez ê îsal tenê zeviyekê ji bo xwe biçînim. Sewze pir buhane, di mehên havînê de dê ev buhatir bibe. Ez bi xwe sewzeyên xwe diçînim. Îsal ji ber bi tenê me dê zehmet bibe. Lê dema ez têm vir bêhna min vedibe. Ez ji hatin û xebitîna li bexçe hez dikim.”