WAN - Kedkarên li Wanê, diyar kirin ku ew ê bi dirûşmeya 'Na neqediyaye' dakevin qadên 1'ê Gulanê. Kedkaran anî ziman ku, dê bi tu awayî îxrackirin wan ji têkoşîna wan neke û gotin, bereksê wê îxrackirina sedema xurtkirina têkoşîan wan in.
Ji bo 1'ê Gulanê Roja Kedkrên Cîhanê, li Wanê jî amadekarî li ber temambûnê ne. Serokê Şaxa Egîtîm-Sen'an Wanê Bedri Yamaç û Hevseroka Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Wanê Emine Bozkurt, banga ji bo beşdarbûyîna pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya ku dê Li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bê lidarxistin kirin.
‘ÎXRACKIRIN ME JI TÊKOŞÎNÊ DÛR NAXE'
Yamaç ê bi KHK'ê hat îxrackirin, bi bîr xist ku piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê li Tirkiyeyê gelek kedkara hatine îxrackirin û wiha axivî: "Em ê di atmosfereke ku kedkaran hatine îxrackirin û nelirêtiyên di referandûmê de xwe dan der ber bi 1'ê Gulan îsal be ve biçin. Îxrackirina me, me ji têkoşîna me nake. Em ji kevneşopiyeke kedkariyê tên. Bereksê vê divê em bêtir têkoşîna xwe hembêz bikin. Ji bo xwedîderketina li ked axwe em hîn bêtir hembêz dikin."
‘NASNAMEYEKE ME YA KEDKARIYÊ HEYE'
Yamaş, diyar kir ku ew ê muxalefeta ku di referandûmê de xwe da der veguhêzînin qada 1'ê Gulanê û wiha bang kir: "Di referandûmê de kurdan rolekî mezin hilgirt. Li erdnîgariya me gelê me bi keda xwe debara xwe dike. Ev gelê kedkar, bi salan li ser înşeatan xebitî. Gelekî ku karkeriya çandiniyê dike. Nasnameyeke me ya kedkariyê heye. Ji bo kurdan 1'ê Gulanê zaf girîng e. Ji ber vê beşdarbûyîna kedkaran û hemû gelê kurd girîng e."
‘DÊ KEDKAR LI QADAN HESAB BIPIRSIN'
Hevseroka Şaxa DÎSK'ê ya Wanê Emine Bozkurt jî, karkerên ku ji aliyê qeyûmên tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin ji kar hatin avêtin bi bîr xist û wiha axivî: "Em ê tevî hevalên xwe yên bêyî hincet ji kar hatin avêtin li qadan bin. Dê kedkara dakevin qadan û hesab biprisin. Gelek hevalên me hatin îxrackirin û bê kar man. Wisa bawer dikim dê bi vê birayarê 1'ê Gulanê bibe cejna berxwedan û vejînê." Bozkurt, balê kişand ser cinayetên karî yên li Tirkiyeyê û wiha got: "Rewşa welat li ber çavan e, rewşa kedkaran li ber çavan e. Berê avêtina ji kar hebû. Niha jî karkerên bikirê hene. Ji bo em li hemberî vana rawestin em ê di 1'ê Gulanê de li qadan bin. Bêyî ku qanûna wê hebe di bin navê ÎŞ Kûrê de mirovan didin xebitandin. 6 mehan didin xebitandin û paşê wan ji kar derdixînin. Divê em li dijî vê bitêkoşin."