NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Ahmet Aktaş di nivîsa xwe de bal kişand ser sekna Mesut Barzani ya li hemberî gelê kurd û xwest Barzanî ji dîrokê dersê derxe û li gorî ap û bavê xwe tev bigere.
Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Ahmet Aktaş di nivîsa xwe de bal kişand ser sekna Mesut Barzanî sekna bav û apê wî. Aktaş di nivîsa xwe ya vê hefteyê de diyar kir ku Mirov bala xwe dide dîroka cîhanê jî û ya xwe jî tijî serpêhatî ne û wiha got: "Ji bo ku mirov ders jê derxe têra xwe mînak hene. Min li ser bûyerên vê dema nêzîk a dawî û bi taybetî jî li ser helwesta Mesûdê Barzanî xwest careke din li dîroka me binêrim. Ji bo ku ez nas bikim bê gelo ev kes çima ewqas di vê helwesta xwe ya xirab de israr dike? Çima ji dîroka me û bi taybetî jî ji dîroka bav û apê xwe ders dernaxe?"
Aktaş, nêzîkatiya Qadî Muhamed a li hemebri Mele Mistefa Barzanî bibîr xist û wiha got: "Li dema dawî ya şoreşa Rojhilat, di dadgehê de, dadger, serokê Komara Mehabadê Qadî Mihemed sûcdar dike û jê re dibêje, ‘te çima Mele Mistefa Barzanî aniye vir, tu tawanbar î’. Ev jî li dadger re dibêje, ‘M. M. Barzanî ne kesekî biyanî ye, ew xwediyê malê ye mîna her kurdekî, weke ji odayek xaniyê xwe derbasî aliyekî din ê xaniyê xwe bibe, lê yê biyanî tu yî hey dadger, tu çima hatî vir’? De kerem bikin, ka em ê çawa helwesta Mesûd û ya Şehîd Qadî Mihemmed bidin ber hevdu? Ev yek. Ka em derbasî mînaka Apê wî Ebdusselam û bavê wî Mela Mistefa Barzanî bibin. Gelo ew ê karibe hinek şerm bike û dersan bigre? 110 sal beriya niha, Dewleta Osmanî fermana girtin û kuştina Apê wî Şêx Ebdusselam dide û êrîşî malbatê û Kurdistanê dike. Weke niha hêza xwînxwar a dewleta R. T. Erdogan, çawa dikuje, digre, wêran û talan dike û dişewitîne, paşayê fermandar ê wê demê Mihemmed Fazil Paşayê Dagistanî jî heman terorê li ser gelê me dide meşandin. Ş. Ebdusselam, teslîm nabe û berxwedanek bi rûmet jî dike, her wiha derbeyên mezin li dagirkeran dixe."
Aktaş, xwest Mesut ji riya xerab vegere û wiha got: "Lê mixabin weke xayînên niha jî hene, gundiyê Yengeçinê Sofî Ebdulla wî û 3 hevalî wî digre radestî dewleta tirk dike û wî dibin cem Silêman Nazîfê Parêzgerê Mûsilê, her çaran îdam dikin. Ev jî ne bes e, bavê Mesûd jî hîn 3 salî li destê diya xwe ye, li gel diya wî dixin zindanê. De hey Mesûd, ma gelo êdî ji te re tu mînakên din lazime ku em bidin. Ji bo ku tu hişê xwe bînî serê xwe, dersan jê bigrî, ji vê rêya xerab vegerî û hwd.? Ma gelo tu ji helwesta Pêşewa Qazî Mihemmed şerm nakî? Ew dibêje ‘Bavê te ne biyanî ye weke hatibe mala xwe’. Tu ji dagirkeran re dibejî ‘PKK biyanî ye bila derkeve biçe û bila leşkerên R. T. Erdogan were ser seran û ser çavan’."
Aktaş, helwesta Mesut a li hemberî qatilên gelê kurd jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Bila qatilên gelê te were û şervan û cangoriyên gelê te bila derkevin herin he!!! Ma gelo tu ji xwe re nabê je çi? Ma tu ji qatilê Apê xwe Şehîd Ebdusselam jî şerm nakî gelo? Tu zanî ya rast çi bû û çi ye Mesûd? Şehîd Qazî Mihemmed heta mirinê bavê te wekî generalekî Kurdistanê pêşwazî kir. Erê dema DAIŞ berê xwe da Mexmûr û Hewlêrê, te jî qehremaniya gerîlayên PKK’ê dît û tu çû weke generalên Kurdistanê te ew pîroz kirin. Ya rast ew bû û dîsa niha jî her ew helwest a herî rast û xweşmirovî ye. Ne ku tu qatilên kurd û Kurdistanê kerem bike ser xaka pîroz û tu xwediyê malê (weke Ş.Qadî Mihemmed gotiye) ji mal derxe! Ev helwesta te ne layiqî malbata te ye, ne layiqî ecdadê te, bav û ap û kal û dayik û xwîşk û bira û hemû gelê te ye. Her wiha ne layiqî te jî ye."
Aktaş, herî dawî helwesta Mesut şermezar kir û wiha got: "Ez wek kesekî kurd ku te jî ji nêz ve nas dikim. Vê helwestê layiqî te nabînim, bi tundî şermezar dikim. Helwesta layiqî te; ya Qazî ye, ya Ebdusselam e, ya Rêber Apo ye û ya şopdarên wan e!"