ENQERE - Li Girtîgehan hêjmara girtiyan 210 hezar zêdetir kir. Welatiyê di sala 1992-2004'an de li girtîgehan ma Cemil Aksu, bal kişand ser şertên girtîgehan û diyar kir ku êdî girtîgeh hem ji bo girtiyan hem jî ji bo malbatmên wan bûye îşkence.
Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya 1'ê Mijdara 2016'an bi giştî 197 hezar û 297 girtî hene. Li gorî daneyên saziyên mafên mirovan jî li tevahiya girtîgehên Tirkiye zêdeyî 210 hezar girtî hene. Girtîgehên li Tirkiye bi nifûsa xwe bajarên Artvin (168 hezar), Sinop (205 hezar), Bayburt (90 hezar), Gumuşhane (172 hezar), Bartin (192 hezar), Erdexan (98 hezar), Îdir (192 hezar), Dersim (82 hezar) û gelek bajarên din derbas kir. Dema AKP hat îktîdarê di sala 2002'an de hêjmara girtiyan 59 hezar û 429 kes bûn, di sala 2014'an de derket 154 hezaran, di sala 2015'an de derket 178 hezar û 89'an. Piştî darbeya leşkerî 30 hezar girtiyên edlî serbest hatin bedan. Lê li ailyê din jî zêdeyî 60 hezar kes hatin girtin. Li gori daneyên ÎHD'ê li girtîgehan 331 jê nexweşên giran bi giştî 926 girtiyên nexweş hene.
Piştî îlana OHAL'ê zext û binpêkirina mafên girtiyan zêdetir bû. Girtî piştî OHAL'ê ji hemû mafê xwe bêpar hatin hiştin. Êdî girtî di bin tecrîdê de dijîn. Mafê girtiyê yê ragihandinê, yên wekî pirtûk, kovar, name, telefon, ziyareta malpar û parêzeran tê asteng kirin. Dîsa rojname û tv tên bi sînorkirin. Bi taybetî rojnanemay Ozgurlukçu Demokrasî, Demokratik Modernite, Evrensel û Cumhuriyetê nadin girtiyan.
Dîsa dema girtiyan ji girtîgehekê dişînin girtîgeha din an jî dibin nexweşxaneyê û tînin girtiyan di lêgerîna tazî re derbas dikin.Di girtîgehan û odeyên girtîgehan de 2 qat girtî zêde dibînin û gelek girtî li erdê radizên. Li odeyên 3 kesan 8, li hin odeyan jî 12 kes dimînin û girtî di şertê herî xerab de dijîn. Girtî di bin tecrîda giran de dijîn û hin ji wan nikarin bêhnê bistînin. Girtî dema derdikevin hevditina xizmên xwe an jî hevdîtina parêzeran di bin qeyda kamera û deng de hevdîtin tên kirin. Li odeyên girtîyan û li hemberî serşok û tuwaletê kamera tê bi cih kirin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Dema wan derman dikin jî dest kelepçe kirî derman dikin. Bi taybeti di serdema OHAL'e de zextên li ser girtiyan zêdetir bûn û girtiyên nexweş bi hinceta personel tune nabin nexweşxaneyê. Gelek girtî ji ber şertên giran naxwazin biçin nexweşxaneyê. Dîsa gelek mafên girtiyan ên aktîvîteyên civakî, sporê tên asteng kirin û di bin tecrîdê de tên girtin.
Girtiyê berê Cemil Aksu, ku di salên 1992-2004'an de li girtigehan ma, diyar kir ku girtîgeh hem ji bo malbatan û hem jî ji bo girtiyan bûye îşkence. Aksu, anî ziman ku şert û mercên girtîgehan li gorî rewşa siysaî tê guhertin û wiha got: “Binpêkirina mafan li girtigehan derketiye asta herî jor. Li girtigehan kamera hatiye bicih kirin. Li pêş serşok û tuwaletê jî kamera bi cih kirine. Pegal hemû heqî di xwe de dibîne ku mafê kes ê mirovî binpê bike. Ev êrîş li dijî nasnameyê ye. Pergal di şexsê kes de dixwaze tevgera wi ya siyasî jî ceza bike. Ev îşkenceya ku li girtiyan tê kirin tenê bi girtiyan sînordar namîne. Di heman demê de malbatên wan û xizmên wan jî tên cezakirin. Rayedarên girtîgehê tolê ji girtiyan distîne û dixwaze pergala wan ceza bike.