Wikipedia hat astengkirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Ansîklopediya herî mezin a cîhanê Wikipedia hat astengkirin. Sedema astengkirinê ne hat zanîn.

Ansîklopediya Wikipedia ya bi hemû zimanan versiyona wê heye li Tirkiyeyê îro saet di 08.00’an de hat astengkirin.

Dema li ser “Sîteya Malpera Zanist Pirsîn” a BTK’ê lêgerîn tê kirin derdikeve holê ku bi biryara dadgehê “tedbîra îdarî” pêk hatiye û ev daxuyanî derdiveke pêşiya lêgerînvanan: “Di encama nirxandina hiqûqî û lêkolîna teknîkî de bi hişyariya qanûna hejmar 5651, bi biryara Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Zanistê bi dîroka 29/04/2017 û 490.05.01.2017 derbarê ev sîteya înternetê (wikipedia.org) de ji aliyê Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Zanistê TEDBÎRA ÎDARÎ hatiye girtin.”