NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî lêpirsîna doza qetilkirina 3 siyasetmedarên jin ên li Parîsê, bi mirina kujer Omer Guney hatibû girtin dîsa bê vekirin malbatan serlêdana sûc kiribûn û hat îdîakirin lêpirsîn jinûve hatiye destpêkirin.
Ajansa nûçeyan a Fransayê AFP a ku îdîayên xwe palpiştî koma lêpirsînê kirin, li ser serlêdana malbatên yek ji avakarên PKK’ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez derbarê qetlîama Parîsê de lêpirsînek nû hatiye vekirin. Di nûçeyê de hat gotin ku lêpirsîn ji aliyê Dozgerê Dij-Terorê ve hatiye vekriin û ji bo lêpirsînê bi rêvebibin Yekîneya Bin a Têkoşîna Bi Terorê re (SDAT) peywirdar kiriye.
AFP, ku nêrînên parêzerê malbatan Antoine Comte jî parvekiriye diyar kir ku biryara vekirina lêpirsînê ji bo malbatan bûye teseliyek mezin.
BIHURIYA DOZÊ
Li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji avakarên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez bi guleyên ji serê xwe xwarine hatibûn qetilkirin. Kujer Omer Guney çend hefte beriya destpêkirin dozê di 17’ê Kanûna 2016’an de li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Dihat payîn ku doz di 23’ê Çileyê de li Dadgeha Ceza ya Parîsê bê destpêkirin lê piştî mirin abi goman a Guney ku beriya doza her tim dihat taloqkirin bû sedema girtina dozê.
Her çiqas Omer Guney, yekane kujerê girtîbe jî lêpirsînvanan derxistibûn holê ku di van înfazan de rola Teşkîlata Îstîxbarata Tirkiyeyê (MÎT) heye. Di dosyaya dozê de ne hatibû tesbîtkirin ku kê fermana înfazan daye lê hemû şopan Enqere nîşan dida.
Li dijî sergirtina qetlîamê ya ji ber berjewendiyên siyasî malbat ketin nava tevgerê û di meha Sibatê de ji bo carekdin lêpirsîne xwere vekirin serlêdan kiribûn.