NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) Jeff Davis derbarê bicih kirina wesayîtên zirxî yên li ser sînorê Tirkiye û Rojava ya Amerîkayê de axivî û got: "Em hemû aliyan bang dikin ku li dijî dijminê hevpar DAIŞê têbikoşin, QSD'ê jî tevlî vê bangî ye."
Berdevkê Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) Jeff Davis derbarê bicih kirina wesayîtên zirxî yên Amerîkayê li ser sînorê Rojava û Tirkiyeyê diyar kir ku leşkerên wan bi Hêzên Sûriye ya Demokratîk (QSD) ya hevkarê wan ê li Sûriyeyê re tevdigerin û li seranserî sînorê Bakurê Sûriyeyê bi cih bûne." Davis, pirsa têkildarî YPG'ê jî bersivand û wiha got: "Em bang li hemû aliyan dikin ku li dijî DAIŞ'ê têbikoşin. Em bang li QSD'ê jî dikin. QSD niha operasyona Reqqayê pêk tîne, em naxwazin ku li cihekî din jî şer bikin."