Leşker li ser sînorê Rojava çekên giran bi cih dike

MÊRDÎN- Leşkeran, li gundên Qoserê yên ser sînor piştî TSK'ê êrîşî Rojava û Şengalê kir, dîwarên beton ên berê hatibû danîn hinek ji wan rakirin û bergiriyên leşkerî zêde kir û çekên giran li ser sînor bi cih dike.

Li ser xeta sînor a di navbera navçeya Qosera Mêrdînê û Rojava de beşek dîwarên beton a ji aliyê leşkeran ve di sala 2013'an de hatibû danîn tê rakirin. Bi taybetî li ser sînorê gundên Xeznadar, Merho û Dirbisiyê yên Qoserê piştî di 25'ê Nîsana de TSK'ê êrîşî herêma Qereçox a Rojava û Şengal bombe kir û li ser sînor pevçûn derket, leşkeran hinek beşên diwar ji ser sînor rakir. Leşkeran li cihê diwar rakirin li ser sînor tedbîrên mezin girtin û çekên giran li ser sînor bicih kirin. Hevserokê HDP'ê yê Naveya Qoserê Mehmed Akgun ê pîştî rewşê çû gund ziyaret kir, da zanîn ku li ser gundên sînor bi awayek fiilî qedexeya derketina kolanan hatiye danîn. Akgun destnîşan kir ku li ser gundiyan piştî pêvçûnan metirsiyek çêbûye û ev tişt parvekirin: “Leşker nahêlin gundî sewalên xwe bibin çêrê û av bidin zeviyên xwe. Dewleta Tirk amadekariyên operasyonekî leşkerî dike.”

‘NAXWAZIN KURD BIBIN XWEDÎ HÊZ Û MAF’

Akgun, diyar kir ku îxtimala operasyonek bejahî heye û ev jî encamek aştiyê bi xwe re nayne. Akgun bi lêv kir ku dewlet heya polîtîkayên dijminahiyê li hember kurdan bimeşîne dê her di raya giştî de bikeve tengasiyan û wiha axivî: “Îro gelê kurd di Rojhîlata Navîn de bûye xwedî hêzek. Dewlet vê tîştê wek metirsiyek dibîne û naxwaze kurd bibin xwedî hêz û maf. Êrîşên dawiyê jî nexwe vê bi awayek aşkere radixe ber çavan.”