Endama Meclîsa DBP'ê Çîmen Alturk hat girtin

ŞIRNEX - Endama Meclîsa DBP'ê Çîmen Alturk bi hinceta, "propagandaya rêxistinê kiriye" hat girtin.

Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîmen Alturk ku di 26’ê Nîsanê de dema ji navçeya Qilebanê dihat Şirnexê ji aliyê leşkeran ve hatibû binçavkirin anîn Edliyeya Şirnexê. Piştî îfadeyê dozgeriyê Alturk bi hinceta "propagandaya rêxistinê kiriye" sewqî Dadgeha Cezayên Sulhê hat kirin.

Alturk a bi heman hincetê hat girtin, birin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.