ÎZMÎR - ÎHD’a Îzmîrê baş kişandin ser rewşa girtiya bi navê Aslihan Gençay a bi nexweşiya Sendroma Wernicke Korsakoff ketiye û xwest girtiyên ku nikarin li girtîgehê bên dermankirin bila bên berdan.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ji bo bale bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li ber Konak Eskî Sumerbakê daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê komeleyê Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Demîz Bayrak daxuyanî da. Bayrak, diyar kir ku piştî darbeya li welat bi OHAL’a hatiye îlankirin mafên girtiyan ji holê hatine rakirin.
Bayrak, da zanîn ku girtiyên siyasî rastî îşkence û muameleya xirap tên û wiha got: “Sirgûn û sewqên piştî darbeyê li girtîgehan hatin pêkanîn girtiyên nexweş xistine zehmetiyan. Rewşa girtiya bi navê Aslihan Gençay a di sala 2001’an de ket girtîgehê û 240 rojan di greva birçîbûnê de ma û piştre bi nexweşiya Sendiroma Wernicke Korsakoff ketiye nebaşe. Cezayê Gençay ji aliye DMME’yê ve hatiye paşxistin lê di sala 2016’an de carekdin hatiye girtin. Em wekî parêzvanên mirovan dibêjin ku girtîgeh ne cihê cezakirina nexweşanin. Divê dermankirina girtiyên nexweş baş bê kirin, divê girtiyên ku nikarin li girtÎgehê bên dermankirin demildest bên berdan. Em bi bîrtînin ku berpirsyariyê hiqûqî û mirovî îktîdare.”