2'emîn Komxebata Alan Kurdî dest pê kir

ÎZMÎR - Komeleya Pira Gelan 2'emin Komxebata Penaberan a Alan Kurdî pêk anî.

Komeleya Pira Gelan ku li ser penaberan xebatê dimeşîne, 2'emin Komxebata Penaberan a Alan Kurdî pêk anî. Komxebat li Navenda Kongreyê ya Tepekule ya Îzmirê bi ser navê "Avakirina Jiyana Hevpar û Hemwelatî" hat lidarxistin. Gelek nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî, komele û welatiyên Sûriyeyî beşdarî komxebatê bûn. Komxebat dê 1 rojan berdewam bike. Di komxebate de dê dîroka Sûriye û Osmanî û Suriye û Tirkiye bê destgirtin. Dîsa dê hiqûqa penaberan a bi Tirkiye re bê niqaşkirin. Komxebat piştî 2 rojan dê encamname bê xwendin.

Prof. Dr. Cem Terzî di destpêkê de bi ser navê “Komeleya Pira Gelan Çima Statuya Penaberan û Mafê Welatibûnê daxwaz dike?” pêşkêşî kir. Terzî, anî ziman ku tu îktîdar nikare mafê siyasetê ji destê penaberan bigire û wiha got: "Di peymanên navneteweyî de jî mafê penaberan ê statuya welatîbûnê heye. Ji ber vê yekê em dixwazin penaberên hatine welatên me mafê penaberiyê û statuya welatîbûnê bê dayîn."

Akademîsyen Serdar Tekîn jî sernavê “Mafê xwediyê Mafan" li Tirkiye tê çi wateyê" pêşkêş kir. Tekîn, bal kişand ser penaberên ku levên xwe dirûtibûn û wiha got: "Bi vê çalakiyê helwesta ku li wan nayê guhdarkirin şermezar dikin. Dixwazin statuya ku hiqûqê daye wan bê parastin.