Prof. Dr. Turgay: Yên herî oldar jî û herî perîşan jî kurd in

WAN - Prof. Kadri Yıldırım, di hefteya rojbûna pîroz de diyar kir ku Hz. Muhammed dema cenazeyê cuhiyan derbas dibû radibû ser piyan û bejna xwe ditewand û wiha got: "Lê mixabin îro cenaze rastî îşkenceyên mezin tên. Prof. Dr. Nurettin Turgay jî anî ziman ku di alema îslamê de yên herî oldar jî û yên herî perîşan jî kurd in.

Li Wanê bi minasebeta Hefteya Rojbûna Pîroz li Salona Dawetê ya Beyaz mewlûd hat dayîn. Parlamenterê HDP'ê yê Sêrtê Prof. Dr. Kadri Yildirim, Lêkolîner û nivîskar Muhammed Salar Lekolîner Prof. Dr. Nurettin Toygar axaftvan beşdarî mewlûdê bûn. Di mewludê de Hevserokê DBP'ê yê Wanê Ahmet Aygun, Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgin Botan, Adem Geveri, Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî, Hevseroka DBP’ê ya Artemêtê Nurhayat Çelik jî di navde gelek kes amade bûn. Li salonê pankarta “Li Mekkeyê berxwedan, li Medineyê raperîn û li Hudeybiyê Aştî" hat vekirin.

Di mewludê de Prof. Dr. Kadri Yıldırım axaftinek kir û diyar kir ku li cihê wekhevî tune be edalet û aştî jî nabe û wiha got: "Hemû şer ji ber newekheviyê pêk tên. Hz. Muhammed dema cenazeyê cuhiyan derbas dibû radibû ser piyan û bejna xwe ditewand û wiha got: "Lê mixabin îro cenaze rastî îşkenceyên mezin tên. Hz. Muhammed, li ser esasê wekheviyê li mirovan dinerî. Mixabin îro çavê cenazeyan derdixin. Kesên li Tirkiye li dijî neheqiyê derdikevin wekî terorîst tên bi navkirin."

Nivîskar Muhammed Salar jî anî ziman ku iro di cîhana îslaniyetê de herî zêde pêdivî ji rastî û hiqîqetê heye û wiha got: "Li cîhana îslamiyetê de wekhevîe tune ye. Em dibêjin bila di referandumêde ji nûve deng bên jimartin. Lê dibêje ev dijminantî ye. Kurd dijmin in, lîberal dijmin in, çepgir dijmin in kî dijmin e. Olê îslamê tê îstîsmarkirin."

PROF. TURGAY: ÎNKARA OL ÎNKARA MISLIMANIYÊ YE

Prof. Dr. Nurettin Turgay jî herî dawî anî ziman ku kesekî ji bo xwe bixwaze û ji bo mirovên din nexweze nikare bêje ez misliman im û wiha got: "Di cîhana îslamê de yên herî oldar jî û yên herî perîşan jî kurd in. Ereb, Fars, Tirkan îslam ji bo xwe kirine amûr. Ger ku mirovekî misliman nikaribe bi zimanê xwe bi axive li wir olê îslamê tune ye. Înkara ziman înkara mislimaniyê ye. Piştî axaftinan mewlud hat dayîn.