Peykertraş li ser 'îhtimalê" hat îxrackirin

ERZIROM - Peykertraş Hasan Gazî Guley ê li Muze û Galeriya Wêne Peykeriyê ya Gerînendetiya Çand û Turîzmê ya Erziromê dixebite, bi hinceta "Dibe ku di nav çalakiyên li dijî guherandina sazûmaniya makezagonî de tevbigere" hat îxrackirin.

Endamê Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Peykertraş Hasan Gazî Guley ê li Muze û Galeriya Wêne Peykeriyê ya Gerînendetiya Çand û Turîzmê ya Erziromê dixebite, derket holê ku bi hinceta "Dibe ku di nav çalakiyên li dijî guherandina sazûmaniya makezagonî de tevbigere" hatiye îxrackirin.

ALÎGIRÊ WALÎ DAXWAZA ÎXRACÊ KIRIYE

Hat diyarkirin ku, di dema destpêka dûrxistina ji peywiran de, Alîgirê Walî Ayhan Terzî ji bo dûrxistina ji peywirê ya Guley, ji Gerînendeyê Çand û Turîzmê ya Bajêr Hasan Mazlûmoglû re nivîsek şandiye. Mazlûmoglû jî ji bo dûrxistina ji peywirê ya Guley, di 12'ê tebaxê de ji Terzî re belgeyekê dişîne û belge di heman rojê de tê tesdîqkirin û Guley ji peywirê tê dûrxistin. Piştî biryara dûrxistin, 2 meh şûn de jî Guley ji peywirê tê girtin.

‘QAŞO WÊ SAZÛMANIYA MAKEZAGONÎ BIGUHERÎNE'

Piştî dûrxistina ji peywirê, hinceta îxrackirina Guley jî tam skandal e. Di hinceta îxrackirinê ya bi îmzeya Gerînendeyê Çand û Turîzmê ya Bajêr Mazlûmoglû de wiha tê gotin:"Dema mirov balê dide ser çalakiyên li dijî dewleta me, Hasan Guley ê li Gerînendetiya Muze û Galeriya Wêne Peykertiraşiyê dixebite, li gor agahiyên hatine întiqalkirin dibe ku piştevaniya rêxistinên wek PKK/KCK'ê bike û di nav çalakiyên wan î li dijî guherandina sazûmaniya makezagonî de cih bigire. Li ser vê, ji bo bandorê li sazûmanî û ewlehiya cemaweriyê neke û yekeyên me yî îdarî bi awayekî neyînî jê bandorê negirin, wek tevdîr daxwaza min ew e ku ji peywirê bê dûrxistin."