Xebatkarên TV10: Çapemenî ne azad be aştî nabe

STENBOL - Xebatkarên TV 10 ya bi KHK'ê hat girtin, di hefteya 30’emîn de çalakiya xwe berdewam kirin û xwestin televîzyona wan bê vekirin. Xebatkaran anîn ziman ku ger çapemenî ne azad be aştî nayê welat.

Xebatkaren TV10 ya bi KHK'ê hat girtin, di hefteya 30’emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Rêxistinên elewiyan, Komeleya Lêkolîna Dersimê, Xebatkarên rojnameya dersimê Ufuk Uras jî piştgirî dan daxuyaniyê. Di çalakiyê de pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" vekirin" “Dengê elewiyan TV 10 nayê bêdeng kirin. Li ser navê komê Serokê Lijneya Rêveberiya Weşanê ya TV10 Veli Buyukşahin, anî ziman ku dê bi israr û bi înat li qadan bin. Buyukşahin, anî ziman ku ji ber karê rojnamegeriyê bi dehan rojnameger girtî ne û wiha got: "Rojnamegerî ne sûc e. Ger li welatekî çapemenî ne azad be aştî nayê wî welatî."

Daxuyanî bi siloganan bi dawî bû.