STENBOL - Komîsyona Girtiyan a şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di çalakiya "Rûniştina F" ya hefteya 265'an de bal kişandr ser rewşa girtiyê nexweşiya şizofreniyê Kemal Gomî û xwestin bê berdan.
Komîsyona Girtiyan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li qada Galatasarayê çalakiya “Rûniştina F" di hefteya 265’an de berdewam kir. Komisyonê di çalakiyê de pankarta “Tecrîd dikuje, Bila Girtîgehên Tîpa F bên girtin", “Tecrîd dukuje, bila girtîbên berdan" vekirin û wêneyên girtiyên nexweş hatin vekirin. Di çalakiyê de bê navber siloganên “Bêdeng nemîne, dê dor bê te jî" û “Mirov bi mafê xwe mirov e" û "Ji îşkenceya tecrîdê re bes e" berz kirin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser reşşa girtiyê nexweşê şizofrenê Kemal Gomî û xwestin Gomî bê berdan.
Birayê Gomî Feyzullah Gomî, diyar kir ku werşa birayê wî her ku diçe giran dibe û wiha got: "2 meh berê çûm ziyareta birayê xwe rewşa wî xerab bû. Divê birayê min bi lezgîn bê berdan."
Li ser navê komê Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê Prz. Gulseren Yolerî daxuyanî xwend û diyar kir ku roj bi roj hêjmara girtiyên nexweş zêde dibe. Niha 300 girtî di sînorê mirinê de ne. Piştî OHAL hat îlankirin hemû mafên wan ên zagonî ji destê wan hatin girtin. Şerten girtîgehan bêtir hatin girankirin. Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Li gorî raporên ÎHD'ê zêdeyî hezar girtiyên nexweş hene û 300 di sînorê mirinê dene. Saziya Tipa Edlî li gorî pêvajoyê û îktîdara siyasî tev digere. Dievê rol û mîsyonê xwe li gorî zagonan pêk bîne û li gorî edaletê tev bigere.
Gomî ji sala 1992'an heta niha girtî ye û rastî cezayê muebetê hatiye. Dema xwendekarê Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê bû, ji ber çalakiyla DHKP-C'ê li Kizil Toprakê hat girtin û rastî ceza hat. Niha bi serê xwe di hucreya yek kesî de tê girtin. Piştî darbeya 15'ê tîrmehê şandin Girtîgeha Tîpa F a Boluyê. Doktorên Saziya Tipa Edlî teşhîsa 'Nexweşê Kronik Şizofren a Giran e" danîn. 11 caran rapora 'Nikare li girtîgehê bê girtin" dan, lê dîsa nehat berdan. Divê serbest bê berdan.