Li Şirnexê tiştên neguherîne jî hene

ŞIRNEX - Li Şirnexa ku hema bêje hemû hatiye rûxandin, di nav tiştên nehatine rûxandin û guhertin de, nivîsandinên nîjadperestî û hema bêje li her kuçeyê zarokên ku bi ken û bişîrînên xwe hêviyê li mirovan peyda dikin hene.

Li Şirnexa ku qedexe bi dawî bû û birîn lê tên cebirandin bi dîmena ku derket holê re, her çiqas ji bajarên din girantir be jî, lê hîn jî hin tişt neguherîne. Ew jî, nivîsandinên nîjadperestî û zayendî yên li ser dîwaran ahtine nivîsandin.

Li ser dîwarê Parka Şaredariyê “Peyarêyên wan jî wek wan di rengê Î.’yê de ne” hatiye nivîsandin. Li Taxa Ataturkê li ser deriyê malekê “AKP-MHP”, li ser dîwarê pêjgehê jî “01 Edene Serhat” û li ser dîwarê malekê jî “Bijî Serok RTE” hatiye nivîsandin, ku ev nivîs ji wan nivîsandinên nîjadperestî û zayendî çend heb jê ne.

Tişta din a ku neguheriye jî, kenîn û bişîrîna li rûyên zaroka ye…Zarkên bi navê Hasan û Nûran ên li Taxa Ataturkê rûdinên jî, li gel vê rûxandinê hemû jî, bi ken û bişîrînên xwe mizgîndariya rojên bi hêvî difûrînin hawirdora xwe. Li kuçeyeke din jî, zarok li nav molozan agir vêxistine û xwe digermînin.